'PKK navê meşa azadî û serketinê ya bi pêşengiya jinê ye'

YJA Star: Me xwe di nava PKK'ê de hebûna xwe dît û nas kir. Rêxistiniya jinê ya ku li qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî hate afirandin îro ji bo jinan hemûyan veguheriye qadeke têkoşînê.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Salvegera 42'an a damezrandina partiya me PKK, ku partiya mirovahiyê, wekhevî, edalet, azadî û rastiyê ye, li afirînerê tevgera me ya azadiyê PKK Rêber Apo, li şehîdên me yên leheng, li gelê me yê welatparêz, li tevahiya mirovahiyê û hêza pêşeng a berxwedanê li jinan pîroz be."

Di şexsê Hakî Karer û Sakîne Cansiz (Sara) de şehîdên şoreşê bi rêzdarî hate bîranîn û soz hate dayin ku wê heta dawiyê xwedî li nirxên bi PKK'ê hatine afirandin derkevin, têkoşîna azadiyê mezin bikin û bi ser bixînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Partiya me PKK 43 sal in bi îdîa, biryardarî û baweriyeke bênavber têkoşîna azadiyê dimeşîne. Partiya me PKK ku serketinên mezin di nava van salên xwe yên têkoşînê de bi dest xist, gelê me û jinên cîhanê îro hîn bêhtir nêzî azadiyê kiriye."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku PKK tevgera guherîn, veguherîn û ji nû ve afirandinê ye û bi avaniya xwe ya îdeolojîk û felsefîk bûye tevgereke mirovahiyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêyî cudahiyê bixe navbera ziman, ol, nijad, mezheb û zayendan bersiv da pirsgirêkên azadiyê yên mirovahiyê û hîn jî bersivê dide. Lewma partiya me PKK tevgereke mirovahiyê ye, tevgereke jinê ye. Bêguman rastiya gelê Kurd nîşan dide ku partiya me PKK tevgereke çawa ye. Jinûve nîşandana gelekî ku tune dihate hesibandin, jinûve ispatkirina vî gelî bi berdêlên giran bû."

Fermandariyê ragihand ku PKK li dijî sîstema kapîtalîst a ku mirinê bi navê jiyanê li mirovahiyê ferz dike, yekane alternatîfa jiyanê pêşkêş dike û ji ber ku yekane tevgereke ku li pêşiya pêkhatina armancên sîstema kapîtalîst asteng e, timî dibe hedefa êrişên tunekirinê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PKK'ê li hemberî van êrişan ti carî ji çanda xwe ya berxwedanê tawîz neda û îro jî bi heman biryardariyê li ber xwe dide, mezin dibe û bi pêş ve diçe.

Di daxuyaniyê de işaret bi cihê jinan a di nava PKK'ê de hate kirin û hate gotin, "Me jinan xwe di nava PKK'ê de dît, nas kir û xwebûna xwe peyda kir. Rêxistiniya jinê ya ku li qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî hate afirandin îro ji bo tevahiya jinan bûye qada têkoşînê. Em; YJA STAR jî hêza parastina rewa ya vê rêxistiniyê ne. Jinên ku ji damezrandina PKK'ê ve bi rengekî çalak cihê xwe di nava her qadên rêxistinbûnê de girtin û bi rola pêşengiyê rabûn, li qada parastinê jî rola xwe lîstin û artêşbûna xwe afirand. Bêguman vê têkoşînê bi pêşengiya YJA STAR (Yekîneyên Jinê yên Azad) ên jinên Kurd; bi pêşengiya berxwedana YPJ, YJŞ û HPJ'ê kir ku jinên li tevahiya cîhanê berê xwe bidin xweparastin, nasnameya xwe û îradeya xwe."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku bi asta ku xwe gihandine ew li dijî êrişên înkar û tunekirinê li ber xwe didin, wê ti carî tawîzê ji vê berxwedana xwe nedin û bi biryar in ku bibin artêşa parastina jinan hemûyan.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser nirxên ku ji aliyê têkoşîna me ya azadiyê hatine afirandin, di vê pêvajoya dîrokî de ku ber bi serketineke mezin ve diçe, weke hêzên YJA Starê em bi biryar in ku bi kevneşopiya fedayî ya Bêrîtan û Zîlan, bi daxwaz, hişmendî û hestên tolhildanê hîn bêhtir mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bînin.

Bi wesîleya sala 43'an a damezrandina partiya xwe em careke din dixwazin vê yekê destnîşan bikin: heta ku Rêberê me û gelê me azad nebe, em ê ti carî ji têkoşîna xwe ya berxwedanê tawîzê nedin. Di serî de gelê Kurd em ê têkoşîna azadiyê ya gelan hemûyan weke têkoşîna xwe bibînin û têkoşîna xwe ya azadiyê her roj hîn bêhtir bi wateyan mezin bikin. Em ê tevgera tolhildana jinên hatine qetilkirin bin, em ê çavkaniya jiyanê û hêvî bin. Tevgera me ya jinê ku bi PKK'ê re bû artêş, wê sedsala 21'ê bike sedsala têkoşîn û serketinê, di serî de gelê Kurd wê tola gelên herêmê hemûyan hilîne. Dilsoziya me ya bi Rêber Apo û paşeroja azad re wê têkoşîna gelan ronî bike û berxwedana sedsalê mezin bike, têkoşîna rûmetê jî bi pêşengiya jinê teqez bi ser bixîne."