PKK: Em 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin û girseyî pîroz bikin

PKK'ê bang kir ku salvegera Berxwedana 15'ê Tebaxê û Cejna Vejînê li her qadê bi coşeke mezin û bi rengekî girseyî bê pîrozkirin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

BERXWEDANA 35 SALAN A DI XETA LEHENGIYA FEDAYÎ DE

"Em di salvegera 35'an a Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxa 1984'an de ne ku ji bo Kurdan mîlad e û dest bi sala azadiya Kurdan a 36'an dikin. Şerê gerîla yê ji bo azadiya Kurdistanê ku di xeta azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan de bi pêşengiya fermandarê nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê dest pê kir û 35 salan bi rengekî bênavber dom kir, dikeve sala 36'an a serketinê. Berxwedana dîrokî ya 35 salan a di xeta lehengiya fedayî de hate meşandin, hebûna Kurdên azad misoger kir, gelê Kurd kir endamekî bi rûmet ê malbata mirovahiya azad û veguherand çavkaniya coş û moralê.

Li ser vê bingehê em Berxwedana 15'ê Tebaxê, Cejna Vejînê û Cejna Gerîla bi coşa jiyana azad li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, hêzên gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan, li tevahiya gelê xwe û hêzên şoreşger-demokratîk pîroz dikin. Di şexsê fermandarê nemir ê Pêngava Şoreşgerî ya Dîrokî hevrê Egîd de şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin. Di sala 36'an a 15'ê Tebaxê de em bang li her kesên ku ji xwe re 'Demokrat im' dibêjin dikin, ku li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst-mêtinger-qirker a dijminê Kurdan ne derkevin û ji her kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin hêviya serketinê dikin.

Em zanin ku pêngava azadiyê ya dîrokî ya 15'ê Tebaxê bi pêngava Newroza 1973'an a Rêber Apo, bi gava partîbûnê ya 27'ê Mijdara 1978'an û bi Berxwedana Zindanan a Mezin a sala 1982'an ku li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'ê serketina îdeolojîk afirand, bi bihurandina astengiyên mezin, bi hêza gelê Kurd pêk hatiye. Rêber Apo ji bo vê pêngava dîrokî got, pêngava biryardarî, bawerî û îradeya ji bo azadiyê ye. Destnîşan kir ku bi vê pêngavê re biryara berxwedana ji bo azadiyê ya ku li ser bingeha berxwedana zindanê ya dîrokî hate wergirtin derbasî çiyê hate kirin, bi gerîla şênber bû û derbasî pratîka serketinê hate kirin.

YÊ KU HER TIM TÊK ÇÛ TC BÛ, YÊ KU TIMÎ BI SER KET Û XURT BÛ TEVGERA AZADIYÊ BÛ

Em baş zanin ku berxwedana azadiyê ya 35 salan ku li ser bingeha Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê pêk hat, bi wêrekî û fedakariyeke mezin, bi berdêl û êşên giran, bi partiya pêşeng a fedayî, gerîla û gel hate meşandin. Di nava 35 salan de ku her kêliya xwe bi têkoşîneke bêeman hate meşandin, nêzî pêncî hezar şehîd û qat bi qat jê zêdetir birîndar, her wiha bi sed hezaran girtiyên xwe çêbûn. Di encama êrîşên hovane yên hêzên TC ên faşîst-qirker de gund hatin şewitandin, tax hatin hilweşandin, bajar hatin valakirin, êşkenceyên herî hovane hatin kirin. Ti şêweyekî zilm û êşkenceyê nema ku siyaset û zîhniyeta faşîst, mêtinger û qirker li dijî gel, jin û ciwanên Kurd nekir. Lê belê zilm û êşkenceyê gelê Kurd netirsand û ji têkoşînê venegirt, berevajî vê yekê têgihiştina azadiyê ya gel mezintir kir, baweriya bi têkoşînê xurttir kir, îrade bêhtir no kir, rêxistinbûna gel mezintir kir û li ser vê bingehê yê ku her tim têk çû TC a faşîst-qirker bû. Yên ku her tim bi ser ketin û xurt bûn gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê bûn.

WELAT Û NASNAMEYA KURDAN BI SAYA BERXWEDANA GERÎLA HATE NASKIRIN

Niha her kes zane û qebû dike ku hemû destketî û pêşketinên di nava 35 salên dawî de bi navê azadiyê li Kurdistanê rû dan, li ser bingeha Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê û encama yekser an jî neyekser a vê pêngavê ne. Gelê Kurd bi saya berxwedana gerîla ya leheng û Pêngava 15'ê Tebaxê bû xwedî ruh û hişmendiya azadiyê, wêrek û fedakariya mezin, hêza rêxistinbûn û çalakiyê, biryardarî û baweriya bi serketinê, îrade û daxwaza ji bo jiyana azad. Şoreşa Azadiya Jinê ku veguheriye pêşeng û hêviya mirovahiya azad, ji aliyê hişmendî, îrade, rêxistin û çalakiyê ve li ser bingeha vê pêngavê dest pê kir û xurt bû. Li ser bingeha Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê li Bakur Şoreşa Vejînê ya Neteweyî pêk hat, pêvajoya netewebûna demokratîk dest pê kir, bi bandora wê ya yekser û neyekser li Başûrê Kurdistanê statuya heyî afirî û Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya 19'ê Tîrmehê ku hêviya mirovahiya azad de pêk hat. Welat û nasnameya Kurdan bi saya berxwedana gerîla hate naskirin.

TÊKOŞÎNA TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ WÊ DI SALA 36'AN DE JÎ BIDOME

Têkoşîna sala 35'an a Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê jî li ser vê bingehê pêk hat ku her salên wê bi zor û zehmetî bi têkoşînê hate meşandin û destketiyên mezin hatin afirandin. Sala 35'an a 15'ê Tebaxê bi şehadeta endamên hêja yên Komîteya Navendî ya PKK'ê Zekî Şengalî û Atakan Mahîr dest pê kir û berxwedana sala 35'an weke têkoşîneke tolhildanê hate meşandin. Li ser bingeha pêngava berxwedanê ya 'Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' de ku li çar parçeyên Kurdistanê, zindanê û derveyî welat bi Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin a zêdeyî 200 rojî dom kir, deriyên tecrîdê yên li Îmraliyê hatin vekirin, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de faşîzma AKP-MHP'ê hate têkbirin. Têkoşîna bi pêşengiya Kurdan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst hate meşandin serketinên dîrokî afirand. Bi vî rengî sala pêngavê ya 35'an bû saleke ku dijminên Kurdan siyaset û zîhniyeta faşîst-mêtinger-qirker derbên giran xwar, her wiha têkoşîna demokrasî û azadiyê jî destketiyên dîrokî bi dest xist. Lewma di salvegera yekemîn a şehadeta wan de em Mam Zekî yê gelê me yê Kurd ê Êzidî yê Şengalê û fermandarê nemir ê Dersimê Atakan Mahîr bi rêz û minet bi bîr tînin û diyar dikin ku têkoşîna tolhildana şoreşgerî wê di sala 36'an de jî bidome.

EM BERXWEDANA DÎROKÎ YA 35 SALAN A GERÎLAYÊN XWE SILAV DIKIN

Di salnameya Kurdên Azad de em di Tebaxa 36'an de ne. Li dijî êrîşên şerê taybet ê topyekûn ê faşîzma AKP-MHP'ê bi gerîla û gelê xwe em berxwedana şerê gel ê şoreşger ê topyekûn li her qadê dimeşînin. Hêzên me yên gerîla ku xwe bi ruhê serketinê û pêngava 15'ê Tebaxê xemilandine, bi paradîgmaya nû û di xeta gerîlayên Apoyî de xwe nû dikin û ji herêmên Serhedê heta Xakurkê, ji Dersimê heta Mêrdînê li her devera Kurdistanê derbên giran li hêzên faşîst-qirker dixin. Bi vê wesîleyê em berxwedana dîrokî ya 35 salan a gerîlayên me yên leheng silav dikin û ji ber çalakiyên wan ên serketî fermandar û şervanên hêja yên HPG û YJA Starê pîroz dikin û serketinê ji wan re hêvî dikin. Em milîtana hêja ya PKK û PAJK'ê û fermandara nemir a HPG û YJA Starê hevrê Şevîn Bîngol ku şehîda sala 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ye, di şexsê wê de jî şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi hezkirin û rêz bi bîr tînin. Em careke din diyar dikin ku em pê piştrast in; wê xeta Apoyî ya ji fermandar Egîd heta fermandar Şevîn her tim û teqez serketinên mezin biafirîne. Di sala 36'an a 15'ê Tebaxê de ji bo bîranîna Şehîd Helmet û Şehît Şevîn wê têkoşîneke xurt a tolhildana şoreşgerî bê meşandin, wê hîn bi xurtî şer bê kirin û destketiyên mezin bên afirandin.

Em; Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd amade ne ku di sala 36'an a 15'ê Tebaxê de bi pêşengiya Rêber Apo her wezîfeyên şoreşger-demokratîk pêk bînin. Em ji gefên faşîzma Erdogan-Bahçelî natirsin, bi fen û fûtên wan jî naxapin. Em bang li hêzên serdest ên Tirk û her kesên bi navê Tirkiyeyê diaxivin dikin ku hîn cidî bin û bi rengekî hevgirtî tevbigerin. Em careke din dibêjin; wê êrîşên faşîst-qirker bi berxwedana me ya gerîla û gel qat bi qat bersiva xwe bibîne.

Li ser vê bingehê di serî de hêzên me yên gerîla em bang li rêxistinên jin û ciwanan, gelê xwe û dostên xwe dikin; ji bo berxwedana sala 36'an li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşger ê topyekûn bê xurtkirin ji her demê bêhtir bixebitin, pêngava berxwedanê ya 'Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk a li dijî tecrîd û faşîzmê' timî mezin bikin, rojane li dijî faşîzmê li her qadê bi rengekî bi bandor çalakiyên berxwedanê bikin, ruhê serkretinê û pêngava şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê bi xurtî têbigihêjin, li her qadê Berxwedana 15'ê Tebaxê û Cejna Vejînê bi coşeke mezin û bi rengekî girseyî pîroz bikin."