PKAN: Em li hemberî êrîşan nerazîbûneke xurt nîşan bidin

PKAN’ê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daxuyanî da û got “Em li hemû qadan nerazîbûneke xurt nîşan bidin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) de wiha hat gotin: "Ev demeke dirêj e em di serdemeke tarî re derbas dibin. Hêzên dagirker ên ku nasnameya gelê me înkar dikin, zimanê gelê me qebûl nake û nahêle çanda gelê me bi pêş bikeve, herî dawîn li Rojava êrîşî sivîlan kir û qetlîameke din kir.

Hêzên dagirker dixwazin bi terora li Taksîma Stenbolê ya li dijî sivîlan êrîşan rewa bikin. Lê belê PKK û PYD'ê êrîş şermezar kirin û diyar kirin ku ev êrîşa li dijî sivîlan nayê qebûlkirin. Li gel van daxuyaniyan jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ev terora tarî red kir û çalakiya xwe weke hincet nîşan da, li her cihê ku destkeftiyên gelê Kurd hebin, li pêşberî raya giştî êrîşî wan deran kir.

Xuya ye ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li hundir û derve tengijiye, wê beriya hilbijartinê van êrîşan bidomîne. Ji ber ku gelê Kurd her tim bersiva van êrîşan daye, dema ku mirov li dîroka nêz binihêre wê bê fêhmkirin ku wê ev êrîş negihêjin encamê. Bi vê minasebetê em bang li gelê xwe dikin ku li her qada ku lê bin, bi baweriya ku ev êrîş wê têk biçin, bertekên xwe bi tundî nîşan bidin. Dîsa em bang li hêzên navneteweyî û raya giştî ya demokratîk dikin ku van êrîşan şermezar bikin û bertekên xwe yên tund nîşan bidin."