PKAN: Bi bêdengmayînê qetlîam nayên rawestandin

PKAN a li ser qetlîama Meram a Konyayê ya ji aliyê faşîstên AKP-MHP’ê ve hate kirin daxuyanî da got: “Bi bêdengbûnê Kurd nikarin qetlîamên li ser xwe bidin rawestandin.”

Plaftforma Kurdên Anatoliya Navîn a li ser qetlîama Konyayê daxuyaniyek nivîsî da got: “Piştî sala 2015’an û şûnde dewletê polîtîkaya Kurd a berê vegerand ‘polîtîkaya red, înkar û îmhayê’

Qetlîama 30’ê Tîrmehê hate kirin, ne qetlîameke ji rêzê ye.

Koma ji 60 kesî ya faşîst, bi hêzên dewletê re qetlîam kirin. Hemû ferdên malbatê hedef kirin, hemû di nava malê de qetilkirin û piştî wê agir berdana malê tê wateya ji bo Kurdan ‘bêdeng’ be, ‘serî li ber dewletê bitewîne’, yan jî dixwazin bi Kurdan re şerekî navxweyî bidin destpêkirin.

Olaydan saatler sonra akşam gerçekleşen olay, Türk medyasında haber olamamıştır. Yani devlet ve yargı ve medya 'Kürd'e karşı yürütülen konseptin ortaklarıdır.

Bi bêdengbûnê Kurd nikarin qetlîamên li ser xwe bidin rawestandin.

Ne tenê Kurd divê her kesê ji bo xwe bêje ku mirov e, li hemberî van qetlîaman tiştek heye bike, divê pêk bîne.

Em PKAN qetlîamê lenet dikin, bang li her kesê dikin helwesta xwe nîşan bide.”