Piştî meşa li Parîsê mîtîngê destpêkir

Meşa ji bo jinên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin qediya. Gel û sazî derbasî mîtîngê bûn.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bi hezaran kes ji bo siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên hatin qetilkirin li Parîsê hatin cem hev.

Malbatên şehîdan, endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Besîme Konca, nûnerên partiyên siyasî yên Fransa û gelek tevgerên siyasî jî tevlî çalakiyê bûn.

Di meşê de dirûşmeyên "Edalet û heqîqet", "Bêdengiya we ji hevpariya we tê", "Bila bêcezatî bi dawî bibe, edalet pêk were" û "Erdogan fermana komkujiyê da, bila were darizandin" hatin berzkirin.

Piştî meşa ku saetekê dom kir, bi tevlêbûna gelek siyasetmedarên Fransî weke axaftinvan derbasê mîtîngê bûn.