Piştî ‘Meşa Dirêj’ konserek hate lidarxistin

Piştî Meşa Dirêj a ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Kolnê destpêkir û şûnde, Konsera Ciwanan hate lidarxistin.

Meşa Dirêj a her sal weke kevneşopiyekê li Ewropa tê lidarxistin, vê carê jî bi dirûşma ‘Dest bi dest, mil bi mil; werin cenga azadiyê’ pêk hat. Meşa Dirêj a ji Kolnê heta Aachenê dom kir di serî de ji Elmanya Fransa, Evûstûrya, Swêd, Holanda, Îngîltere û Swîsre bi sedan ciwan tevlî bûn. Meşa ku 6 rojan dom kir tevî êrîşên polîsên Elman û provakasyonên nîjatperestan, dawî kir.

Ciwanên ku li Aachenê fînala meşê kirin, konserek bi heyebet lidar xistin. Konsera ku bi tevlîbûna meşvan û gelek kesî pêk hat, di şexsê Şehîd Sener Zagros de, ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre aktivîstê Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî û qala armanca meşê kir û got: “Wê dawî li tecrîda li ser di şexsê Rêber Apo de li ser hemû gelê Kurd tê kirin, bi dawî bibe; wê azad bibe. Dibe îro meşa me dawî bûbû, lê wê têkoşîna me û çalakiyên me bê navber dewam bikin.

Piştre jî li ser navê gelek saziyan nûneran mafê axaftinê girtin. Nûneran bal kişandin ser dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê, gerîlayên li dijî vê li ber xwe didin jî silav kirin.

Di konserê de Bengî Agirî, hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê û Serhedo derket ser dikê.

Ciwanan li ber stranan govend gerandin û dirûşim qîr kirin heta direngiya şevê.

Konser bi dirûşman dawî bû.