Piştî Komployê û şûnde derneketiye

Terfa Elî ya 42 salî ku li Hesekê dijî, piştî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şûnde derneketiye derve.

Terfa Elî ya ji roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vir ve derneketiye derve serpêhatiya xwe ji ANF’ê re vegot.

Demek dirêj bû min serboriya Elî ya li Hesekê dijî zanîbû. Hem ji bo pêre hevpeyvînek bikim û hem jî ji bo şêwazê jiyana wê ya piştî dîlgirtina Ocalan û vir ve derneketiye bal dikişand, serdana Terfa kir û beşdarî odeya ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê bû bûn mêhvan.

Dema ku bi navê Terfa xîtabî wê hate kirin hîn bûn ku navê xwe weke Jiyan guherandiye û daxwaz kir ku wiha xîtabî wê bê kirin. Bi vê re dest bi serpêhatiya xwe kir:

Navê min Terfa Elî ye. Sala 1978’an hatime dinê. Ji ber hê di temenê biçûk de min qezayek derbas kir neçûm dibistanê. Malbata min sala 1988’an jî min partî nas kir. Bavê min di nava xebatên eniyê de cih digirt û kar dikir. Mina sala 1992-93’ê partî nas kir. Berî ku Rêber Apo binasim sala 1992’an dîmeneke wî gihişte destê min. Xaltika min sala 1994’an piştî ku demekê kar kir û çû, ji min xwest ku soz bidim û li ser xeta partiyê kar bikim. Min jî soz da. Sala 1999’an piştî esareta fîzîkî ya Rêber apo û şûnde gelek kesan soza dayî partiyê û Rêbertiyê bi cih anî û tevlî bûn. Hinek kesan li dijî komployê çalakiyên fedayî kirin. Wê demê min tevlîbûna ji bo partiyê û dîsa pêkanîna çalakiyekê ne xwedî cesaret bûm. Heman demê min ew hêza ku berpirsyariyeke mezin hilgirim jî li gel xwe nedît. Ji ber ku di nava rêxistinê de li her qadê kar kirin hêzekî mezin diviyabû, min jî bi qasî hêza xwe bi ruhê Apoyî, girêdana xwe ya bi Rêber Apo, şehîdan û partiyê û dîsa hevrêyên xwe têkoşîna xwe heta roja îro anî.

Piştî dîlgirtina Rêber Apo ya sala 1999’an û dîtina dîmenê dema dîlgirtina wî û şûnde min sozek da. Karekî heta tiştekî jî nekim ezê odeya lê bijîm û ji bo bi Rêber Apo re ruhê hevrêtiyê bijîm. Ji bo min ji her tiştî girîngtir Rêber Apo ye û azadiya wî ye.

Her hevdîtina bi Rêber Apo re pêk tê hê zêdetir girêdana min a bi wî re xurtir dibe. Hemû nirxandinên wî min di hişê xwe de tomarkiriye. Nirxandin û axaftinên Rêber Apo pir bandorê li min dike û dide fikirandin. Xwendin û nivîsandina min tine, lê nirxandinê wî pir bandorê li min dike. Dîsa guhdarkirina dîroka partiyê û zanîna wê min pir zana dike, girêdana wê xurt û kelecanî dike. Hê zêdetir Rêber Apo fam dikim.

 ‘HETA KU RÊBER APO LI ÎMRALÎ BE, EZ JÎ WÊ WIHA BIM’

Bi dîlgirtina fîzîkî ya Rêbertiyê re jî tecrîd destpê kir. Tecrîd şertên jiyanê wisa dike ku jiyanê bitevizîne. Mercên nefestandina Rêbertiyê jî pir zehemt e. Ez vê rewşê hemû hîs dikim û li gorî wê dijîm. Ez bi awayekî giştî mercên jiyana Rêbertiyê difikirim. Her salê rojbûna Rêbertiyê pîroz dikim. Min soz daye Rêber Apo xweşî, aramiya jiyanê û dîsa xwarinên xweş li xwe heram kiriye. Heta ava cemidî jî venaxwim. Ev nêzî 21 sal im min goşt nexwariye. Ez şêwazekî cuda dijîm. Oda min bi wêneyên Rêbertiyê hatiye xemilandin. Ji sala 1999’an û vir ve jiyana xwe bi vî awayî didomînim. Di cejnan de ji bo xatirê Rêbertiyê yek du şekiran dixwim. Sersalan pîroz nakim û xwarinan wê naxwim. Naçim ti dawetan. Heta Rêber Apo li Îmraliyê be ez jî wê biha bim. Heskirina wî di dilê xwe de hiîs dikim. Heta dawiyê ezê girêdayî Rêbertiyê bim. Yên ku kirin ez girêdayî Rêber Apo, şehîd û partiyê bim yên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de cih girtin bûn. Dîsa 15’ê Tebaxê,27’ê Mijdarê avabûna PKK’ê pêvajoyên ku hê zêdetir girêdana min xurt kir. Van kir ku di warê girêdana xwe ya bi Rêber Apo re gaveke mezin bavêjim. Heta niha jiyna xwe ya bi Rêbertî û hevrêbûna me wiha dewam kir.

 ‘BILA TU KES WER NEFIKIRE KU AZAD E’

Heta ku Rêber Apo azad nebe, em azad nabin. Rêber Apo got; ‘Derfet bidin min ezê vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Lê dijmin bi şer bersiva Rêbertiyê da. Êrîşa li ser Rojava 9’ê Cotmehê ango destpêka komploya li ser Rêbertiyê bû. Rêbertiyê ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê ked dide û hê jî dide. Rêber Apo ji bo me têkoşîn û ked da. Hemû bajar û welat azad jî bibe em azad nabin. Ev yek ji bo Rojava jî derbasdar e. Bila tu kes wer nefikire ku azad e. Ji ber ku azagiya Kurdan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Bi taybet azadiya jinê. Ji ber ku jiyan, raman û têkoşîna Rêber Apo zêdetir ji bo jinê ye. Divê taybet em jin xwedî li Rêber Apo derbikevin.Tişta ji bo me kir ji bo kesê nekiriye. Heta niha Rêber Apo çi kiribe ji bo em kiriye.

Heta dawî ezê girêdayî têkoşîn û Rêber Apo bim. Heta nefesa dawî ezê girêdayî Rêber Apo û ruhê Apo bim. Daxwaza min a dawî gelê Kurd di nava yekîtiyeke netewî de bi hev re bijî ye. Wekhevî pêk bê. Divê dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînin û Rêber Apo azad bikin.