Piştî 21 salan hestiyên keça wan û gorên wê dane malbatê

Nalîn Mêrdîn ku di nav 21 salan de li çar cihê cuda hatî veşartin, bi goreya ku beriya bi 21 salan dema ku şehîd bûyî di piyê wê de, di nav qotiyeke plastîk de dane malbatê.

Di nav cenazeyên Goristana Xerzanê de ku dewletê goristan xira kirî û cenaze jê revandin, cenazeyê Nadîre Elma (Nalîn Mêrdîn) jî hebû, ku dewleta Tirk hestiyê Nalîn Mêrdîn di nav qotiyek plastîk de da malbatê. Dayik Mecbûre Elma ku hestiyê keça wê li rex goristana Kilyosê li bin peyarêyekê hatibûn veşartin, got, ‘’Hestiyên keça min di nav qotiyekê de bû. Dema ku ew qotî dane me, di nav hestiyan de gore jî hebûn. Ev 21 sal in bi wan goreyan veşartîbû.’’

PIŞTÎ 8 SALAN HÎN BÛN KU KEÇA WAN ŞEHÎD BÛYE

Nadîre Elma ya Mêrdînî hê 14 saliya xwe li ber terora dewleta Tirk rabû û sala 1992’an tevlî nav refên gerîla bû. Sala 1999’an li Hawêlê navçeya Bedlîsê şehîd bû li gel sê hevalên xwe. Malbata Elma sala 2007’an pê hisiya ku keça wan şehîd bûye. Di nav 21 salan de il çar cihên cüda hate veşartin hestiyên Nalîn Mêrdîn. Dewleta Tirk di nav qotiyeke plastîk de da malbatê. Hestiyên Nalîn li Nisêbînê ya Mêrdinê, li cem gora bavê wê hate veşartin, ku bavê wê heta mirinê jî bi daxwaza ku gora keça xwe bibîne lê nedîtî, çû ser dilovaniya xwe. Dayik Mecbûra Elma behsa gorên keça xwe, veşartina hestiyên wê kir. Dayik pêşî wêneyên çarçowekirî û veşartî ji sendoqê tîne. Semboleke alayê ya bi rengê kesk, sor û zer û piştre ji nav hestiyên Nalîn Mêrdîn goreyên wê…

LÊGERÎNA 21 SALAN

Malbat sala 2007’an pê hisiyane ku keça wan şehîd bûye lê kirine û nekirine cihê ku lê hatî veşartine nedîtine. 2015’an dema ‘pêvajoya diyalogê’ hîn bûne kul i Goristana Xerzanê ne. Yadê Elma got, ‘’Keça min yeka henûn û zîrek bû. Her car guhê wê li ser vê dozê bû. Piştî ku 8 salan li çiyayan ma şehîd bû. Bi salan em li cenazeyê wê geriyan. Herî dawî em pê hisiyan kul i Baykanê şehîd bûye. Em çûne wir lê me gora wê nedît. Kengî serbest bû em çûne me dît. Gotine li Olekan e. Em bi birayê wêre çûne wir. Li ser kêla wê Nalîn Mêrdîn dinivisî. Piştî bi salan me gora wê dît.’’

JI BO BAVÊ WÊ KUL BÛ

Di televizyonê de dîbîne ku kepçe û tangan goristanê xira dikin. Hîn bûne ku keça wan ji gora wê hatiye derxistin û birine Stenbolê. Yadê Elma wiha dibêje: ‘’Piştî ku ji şehîdgehê derxistin anîne Stenbolê. Bavê wî gora wê nedît. Ji bo bavê wê kul bû. Digot, ‘qe nebe beriya mirinê ez gora wê bibinim.’’ Dema ku em li Bedlîsê bûn, gotibûn hûn dikarin cenaze ji vir bibbin. Min jî xwst ku li Goristana Xerzanê bimîne, li cem hevalên xwe. Piştre agahî hat ku cenaze birine Stenbolê. Em hatin, goristana çi, din av qotiyekek plastîk de hestiyên keça min dan. Pir li zora min çû. Bedlîs jî welatê me ye. Me ferq nedît ku li wir be, lê pir li zora me çû k udi nav qotiyeke plastîkî de hestiyên keça min dane min. Şehîdgeha Xerzanê li nav çiyayan bû lê dîsa jî me digot dema ku me xwest em ê bikaribin bibinin.’’

‘HESTIYÊN KEÇA MIN DI QOTIYÊ DE BÛN’

‘’Ji vê zortir nabe, cenazeyê çar caran ji wir dibin wir. Hestî di qotiyê de bûn. Di nav qotiyê de ku dane me, me gore dîtin. Ev 21 sal in ev gore bi van hestiyan veşartî ne’’, Yadê Elma wiha dibêje û goreyan şanî dide: ‘’Ev in gore. Wijdan ev e? Bêyî ku were şuştin, bêyî doktor veşartine. Jixwe ji zilma wan reviyan, şehîd bûn, li girtîgehan riziyan, dayika wan mir, şewitîn..Beriya ku em bimirin em gorên zaroyên xwe bibinin. Em li welatê xwe ne azad in. Kurê min ê li Elmanya dema ku bavê wî mir nehate ser cenaze, ez jî bimirim wê neyê.’’

‘ME HERDUYÊN DIN LI CEM VEŞART’

Yadê Elma her ku dest bi axaftinê dikir çîroka çar bajar, çar goristan, çar veşartin vedigot, digot bi sedema kîna dewleta Tirk li nav qotiyê kincên gerîla nebûne. Elma got, ‘’Kincên wan nebûn. Ji wan kincan aciz bûne û derxistine. Goreyek hebû. Du gore li ser hev. De qey pêlava wî li lingê wî dida. Ez dibêm qey ev parçe li pehniya wî bû. Min cenazeyê keça xwe bire Mêrdînê û ji qotiyê gorên wê derxistin. Me herduyên din î pê re veşart. Ev gora bîranîn in. Gorên keça mink u ev 21 sal bûn min nedîtibû ji min re man. Sebra min heye. Temam, şehîd bû, we qetil kir. Mirî ye, ma bombe bû we ev qas zilm li ser bedenê kir. Hestiyên di qotiyekê de ku li çar bajaran hatî gerandin ji me re hat. Em niha çi bikin? Me hestiyên xwe birin lê bila cenazeyên malbatên din bidin.’’

ÇI BÛBÛ

Cenazeyê 268 gerîlayên ku şehîd bûbûn dema ‘pêvajoya diyalogê’ li Goristana Xerzanê ya li taxa Oleka Jor a Bedlîsê hatibûn veşartin. Goristana Xerzanê 19’ê Kanûna 2017’an bi mekîneyên şixûl hatibû xirakirin, gorn hatibûn vekirin û cenaze biribûn Saziya Tiba Edlî.

Ji van cenazeyan hestiyên 21 gerîlayên ku nasnameya wan bi DNA’yê hatibû tespîtkirin dabûne malbatê, cenazeyên din kirin nav qotiyên plastîk, li Goristana Kilyosê ya Stenbolê di bin peyareyê de bi komî hatibûn veşartin. Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê li ser xirakirin û derxistina cenazeyan gilî kiribûn lê biryara ‘neşopandinê’ hate standin.