Piştevaniya bi zarokên Şengal û Mexmûrê

Ciwanên şoreşger ku di rêxistiniya YDG, Rebell û Rotfuchse Ûlm’ê de cihê xwe digire di çarçoveya kampanyaya piştevaniyê ku ji bo zarokên Şengal û Mexmûrê daye destpêkirin de heya niha 63 çanteyên tije komkirine.

Kampanyaya ku bi dirûşmeya "Em piştevaniya bi zarokên Şengal û Mexmûrê mezin bikin" hat destpêkirin, di serî de Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) û ciwanên şoreşger ên bajarê Ûlm ê li başûrê Elmanyayê û derdora wê jî bi awayekî xurt piştgirî didin kampanyaya.

Gelek zarok û malbat tevlî "Cejna Noel Baba ya Navneteweyî" li Navenda Çandê ya Tov (TKM) hatibû lidarxistin bûn.

Di çalakiyê de li ser Şengal û Mexmûrê agahî hatin dayîn, konsera muzîkê û lîstikên cuda hatin lidarxistin.

Aktîvîsta YDG'ê Ezgî û aktîvîsta Rebellê Franzî di axaftinên xwe de hem li ser kampanyayê, hem jî li ser sazî û xebatên xwe agahî dan.

Ji bo kampanyaya piştevaniya bi zarokên Şengal û Mexmûrê re ku ji aliyê Înîsiyatîfa für Frieden und Hoffnung in Kurdistanê ve di navbera 1-5’ê Kanûnê de tê organîzekirin, Ji Ûlm’ê bi awayekî aktîf piştgirî tê dayîn. Ciwanên şoreşger ên ku di nava rêxistinên Ulm ên Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG), Rebell û Rotfûchse de cih digirin jî bi awayekî aktîf xebatên kampanyayê dimeşînin.

Navenda Çanda Tov û Ciwanên Demokratîk a Nû di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

"Ji bo piştgiriyeke germ bidin zarokên Kurd ên Mexmûr û Şengalê yên ku tevî nexweşiya Koronayê û şert û mercên zivistanê yên sar li kampan dijîn û ji bo ku bi kêfxweşiya wan a biçûk re bibin hevpar me Kampanyaya 'çanteyek an jî 20 Euro piştgirî' destpêkir. Di vê çarçoveyê de 63 çanteyên tije û cil û bergên zivistanê weke piştevanî hatine komkirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê kampanya heta 5'ê Kanûnê roja Yekşemê bidome û hat gotin, "Em li bendê ne ku hemû kesên ku dixwazin di vê piştevaniya biçûk lê hêja de cih bigirin û zarokan kêfxweş bikin."