Piştevaniya Radîkal a Hollandayê hefteya çalakiyan ragihand

Piştevaniya Radîkal a Hollandayê ragihand ku ji bo 4 çalakgerên li pêşiya OPCW'ê hatin destgîrkirin wê di navbera 2-9'ê Çileyê de bi rengekî bênavber çalakiyan bikin.

Piştevaniya Radîkal a Hollandayê bi daxuyaniyekê hefteya çalakiyan ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "3'ê Kanûnê derdora 100 kesî li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a li bajarê Den Haagê çalakiyek li dar xistin. Çalakgeran êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê yên bi çekên kîmyewî şermezar kirin. Çekên kîmyewî li dijî gelê herêmê û şoreşgerên li çiyayên Kurdan têne bikaranîn. Tevî ku gelek caran hate xwestin ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk lêkolîneke serbixwe bê kirin, OPCW timî xwe kerr kir.

Ji ber vê yekê jî nêzî 50 çalakgeran çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin û ji bo demeke kurt avahiya OPCW'ê girtin. Polîsan bi tundî dest li çalakiyê werdan û di encamê de 4 kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Polîsan milê kesekî û bêvila çalakgerekî şikand. 44 kes jî hatin destgîrkirin.

Ji hevrêyên me yên Kurd 4 kes hîn jî li bajarên cuda yên Hollandayê girtî ne. Heta rûniştina dadgehê ya 23'ê Sibatê wê girtî bimînin. Ev yek nîşaneya nijadperestiya bi rêk û pêk a dewleta Hollandayê ye; aktîvîstên spî bi giranî heman piştî çalakiyên bi heman rengî têne berdan. Em tundiya polîsan a ku bi navê dewleta Hollandayê hate kirin şermezar dikin û li ber van dozên pûç radibin. Divê her kes piştgirgiyê bide têkoşîna li dijî sûcên şer û bi ti awayî neyê krîmînalîzekirin. Mafê her kesî heye ku çalakiyan bike û dengê xwe karibin bidin bihîstin.

OPCW binpêkirina mafên mirovan ji nedîtî ve tê ku em ji ber vê yekê matmayî nînin; OPCW ji aliyê NATO'yê ve tê fînansekirin ku Tirkiye jî beşek jê ye. Lê belê divê dewleta Hollandayê û Yekîtiya Ewropayê ji xwe bipirsin ku piştgiriya ji bo Tirkiyeyê adîl e yan na. Hollanda û Yekîtiya Ewropa ji ber têkiliyên jeopolîtîk hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a faşîst re dewam dikin, Tirkiyeyê weke herêmeke tampon bi kar tînin. Tirkiye pêla penaberan a ber bi Yekîtiya Ewropayê ve radiwestîne û dibin sedem ku penaber li kampan di nava şert û mercên metirsîdar de bimînin. Em ê helwesta xwe ya rabûna li ber vê yekê dewam bikin!"

Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku girtiyên siyasî hemû bêne berdan û hate ragihandin ku ew piştgiriyê didin daxwaza çalakgeran a ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî.

Ji bo hefteya çalakiyan jî ku wê 2'ê Çileyê dest pê bike û heta 9'ê Çileya 2022'an dewam bike bang li her kesî hate kirin ku tevlî bibin.

Di vê çarçoveyê de ji her kesî hate xwestin ku wêneyên çalakiyên xwe bişînin vê adresa înternetê: [email protected]