Piştevaniya jinên Kurd a bi mexdûrên lehiyê re

Jinên Kurd ji bo mexdûrên lehiyê yên li eyaletên NRW û Rheinland-Pfalzê dixebitin.

Li eyaletên NRW û Rheinland-Pfalzê yên Elmanyayê ji ber karesata lehiyê ku 15'ê Tîrmehê qewimî, bi sedna mal û pir xera bûn. Xisar li xetên elektrîkê, gaz û avê bû. Seferên trenê yên li dehan bajarokî betal bûn. Bi hezaran mirov bêmal man û herî kêm 170 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Rheinland-Pfalzê 170 kes, li NRWê jî 5 kes hîn jî winda ne.

Jinên Kurd ên li nava Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Euskirchenê kar dikin, piştgirî dan mexdûrên lehiyê.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Donê Îskanê li ser piştevaniyê ji ANF'ê re axivî.

Rojên ku lehî rabû, hûn li rewşeke çawa rast hatin?

Dema ku lehî rabû, me rewşa malbatên ku nas dikir meraq kir û yekser bi hawara wan ve çûn. Dema ku em çûn, me dîtin ku bi satilan avê ji nava mala xwe derdixînin. Dema ku me rewşa mal û dikanan dît em matmayî man. Me dixwest alîkariyê bike, lê nizanî bû çawa bikin. Her der hilweşiyayî bû, mirov miribûn. Me her roj agahiya mirina mirovan wergirt ku nas dikir. Em gelekî li ber diket û nizanî bû ku çi bikin. Diviyabû me tiştek bikira û me biryar da ku piştgiriyê bidin.

We çi kir?

Li navend û derdora Euskirchenê elektrîk qut bûbû, ava tune bû. Ji her derê mirov dihatin alîkariyê. Ji malan û jêrzemînan eşyayên ku nema dikarin bêne bikaranîn dihatin derxistin. Heriya li nava mala dihatin derxistin, mirov pêwîstiyên bingehîn mirovan çi ji dest dihat dikirin. Em jî jinên li nava Navenda Civaka Demokratîk a Kurd me biryar dan ku kon vedin û xwarinê belav bikin. Roja Duşemê me kon vedan û xwarina germ çêkir, kir paket û li nava malan belav kir. Dema ku me xwarin belav dikir dîtin ku mirovan bi rojan xwarineke germ nexwarine û qehweyek jî venexwarine. Gelekî xemgîn bûn. Piştî ku me ev travma dît, me biryar da ku kon hîn bêhtir vedin. Me konê xwe 5 rojan vedan. Xwarina germ lê çêkir. Me xwarin da derdora 1000-1500 kesî. Me çay, qehwe û av da. Meclîsa me bi temamî tevlî vî karê me bû. Hevalên mêr jî piştgirî dan me.

Ev piştgiriya we bi çi rengî hate pêşwazîkirin?

Gelekî bi erênî hate pêşwazîkirin. Şaredariya Euskirchenê piştevaniya me weke mînak nîşan da. Hat spasiya me kir. Mexdûran jî spasiya me dikirin. Jin û jinên extiyar li pêşberî piştevaniya me digiriyan. Jinekê kargeheke mezin winda kiribû. Me xwarin ji wê re jî bir. Xisar li xaniyê wê bûbû. Xwarin wergirt û ji me pirsî ku em kî ne. Me got ku em Kurd in, em baş bi êşa wan zanin û nedibû ku me li vê yekê temaşe bikira. Em hembêz kir û giriya.

Rojekê jineke extiyar hate binê konê me û got ku wê dîtiye bi rojane bêyî cihêkariyê bikin wan xwarin û vexwarin dane her kesî. Ji me pirsî ku em kî ne. Me got em Kurd in, ew jî giriya.

Keçeke biçûk tevî dayika xwe hate ber konê me. Wêneyê ku xêz kiribû diyarî me kir. Li ser bi Elmanî 'Danke Schon' (Spas dikim) nivîsî bû. Em gelekî hestewar bûn.

Li Euskirchenê ji bilî we Kurdistaniyan piştgirî dan?

Ji kêliya destpêkê ve Kurdistaniyan piştgirî dan. Dikanên donerê yên esnafên Kurd jî di nava avê de ma bûn. Dema ku av jê vekişiya, esnafan dikanên xwe vekirin û xwarin belav kirin. Yên derfetên xwe hebûn jî alîkarî bi rakirina xirbeyan kirin. Her wiha kurê xebatkareke Heyva Sor bi navê Botan Goçmen di roja duyemîn a karesatê de yekser banga piştevaniyê kir. Dibistaneke xwe ya Boksê heye. Mirovan bersiv dan vê bangê. Şîr, av, betanî, pêlav, ji bo kûçikan xwarin anîn. Malzemeyên dihatin li dibistana boksê dihatin komkirin. Botan û şagirtên wî çûn gundan û malzeme mal bi mal belav kirin. Vê piştevaniyê hîn jî dikin.

Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê jî piştgirî da. Hevalên jin 320 Euro yên di nava xwe de kom kirin radestî Şaredariya Euskirchenê kirin.