Pîşesaziya li Herêma Euroyê serberjêr bûye

Li gorî ofîsa statîstîkan a Ewropayê Eurostat, hilberîna pîşesaziyê ya li Herêma Euroyê, ji ber tevdîrên mayina li malê di meha Adarê de têk çû.

Li gorî daneyên ji aliyê Eurostatê hatin parvekirin, li 19 welatên ku pereyê Euro bi kar tînin, hilberîna pîşesaziyê li gorî meha Sibatê di meha Adarê de bi rêjeya 11.3 ji sedî kêm bûye. Di meha Sibatê de bi rêjeyek 0.1 ji sedî kêm bûbû.

Li gorî daneyên li ber dest di nava welatên endam de herî zêde bandor li Îtalyayê bûye. Li gorî Eurostatê Îtalya bi rêjeya 28.4 ji sedî li paş maye. Piştre jî Slovakya (-20,3%), Fransa (-16,4%), Spanya (- 11,9%) û Almanya (-11,2%) tên.

Yên ku zêde kirin jî bi rêjeya 15.5 ji sedî Îrlanda, 1.9 ji sedî Yewnanistan û Fînlandiya, 0.7 ji sedî jî Lîtvanya ne.

Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê hilberîna pîşesaziyê meha Sibatê weke xwe ma, di meha Adarê de bi rêjeya 10.4 ji sedî kêm bû.