“Pirtûkxaneya Rêbertî” li Mannheîmê bû

“Pirtûkxaneya Rêbertî” ya bi armanca danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulh Ocalan ya ji raya giştî ya Ewropayê re îro li bajarê Mannheîm a Elmanyayê bû.

“Pirtûkxaneya Rêbertî” îro li bajarê Mannheîm a Elmanyayê merasîmek lidarxist. Pirtûkxane piştî gera xwe ya li bajarên Saarbrucken û Trîerê, îro li Mannheîmê bû.

Di merasîmê de pirtûk û broşurên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin belvkirin.

Çalakiya ku di saet 16:00’an de li Alltefeûwache, bi deqeyek rêzgrtina ji bo giyanê di serî de şehîdnê Garê hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê ve destpêkir.

Partiyên Elmanî, dostên gelê Kurd û Kurdistanî tevlî merasîma “Pirtûkxaneya Rêbertî” ya ku bi awayek girseyî hat pêşwazîkirin bûn.

Bi armanca bal bê kişnadin li ser tecrîdê, di nava hucreyekê de pirtûk hat xwendin û danezan hatin belavkirin.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin hat destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nayê qebûlkirin.

Di çalakiyê de bi domdarî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Azadî ji bi Serok Apo” û “Dem, dema azadiya Serok Apo ye” hatin qêrkirin.