Pirtûka 'Jin, jiyan azadî' li Mallorcayê hate nasandin

Pirtûka Mujer Vida Libertad (Jin, jiyan, azadî) ya li ser dîroka tevgera jinên Kurdistanê li Girava Mallorcayê hate nasandin.

Pirtûka Mujer Vida Libertad (Jin, jiyan, azadî) ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf a Jineolojiyê li ser dîroka tevgera jinên Kurdistanê hatiye amadekirin, li Girava Mallorca ya Spanyayê bi civînan hate nasandin.

Endamên Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê di navbera 21 û 24'ê Cotmehê de li bajarên Manacor, Pollenca, Alaro û Palma yên Mallorcayê civîn li dar xist û pirtûk da nasîn.

Her wiha bi rayedarên rojnameya herêmî ya 'Última Hora' û radiyo ya IB3 Radio de ses Illes Balears hevdîtin hate kirin.

Di pêşkeşkirinan de hem pirtûk hate nasandin hem jî li ser Jineolojiyê, têkoşîna jinên Kurdistan, şoreşa Rojava, konfederalizma demokratik û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin. Civînên danasînê bi coş pêk hat.

Şehîd Ronahî (Andrea Wolf) di 23'ê Cotmehê de ku salvegera şehadeta Andrea Wolf bû li Mallorcayê hate bîranîn.

Aktîvîstan pankarta bi nivîsa "Mallorca bi Kurdistanê re ye" piştevaniya xwe nîşan dan.