Pîrozbahiyên 41’emîn salvegera Cejna Vejînê li Swêdê didome

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye 41’emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi beşdariya gelek hunermendan bi coşek mezin hate pîrozkirin.

Şahiya ku li salona AMORE ya li taxa Bromma hate lidarxistin, bi rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê NCDK-S (Navenda Civaka Demokratîk a Swêd) Senanîk Oner axaftinek kir. Oner anî ziman ku “PKK ne partiyek ji rêzê ye, ne jî partiyeke sîstemê ye, PKK rih û jiyanek nû ye, jiyanek azad a jinan e. 12 Îlonê ku cîhana Kurd tarî kiribû, PKK bû ronakiyek ji bo wê tarîtiyê. Îro li tevayî cîhanê PKK ji mirovahiyê re bûye hêviya jiyana azad. Ji kurdistanê heta bi Emerîkaya latîn, tevayî cîhana serîhildêr, berxwedêr û demokrasî xwaz, paradîgma û felsefeya rêber APO ji xwe re dikin felsefeya jiyanê!”

Di berdewamiya şevê de rêhevalên şoreşger Çeguvara, Judit û Maxuka li ser navê gelê Emerîkaya Latîn û Bolîvya silavên xwe li gelê Kurd kirin û 41'yemîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin û gotin, “Em silav li serokê mezin li Serok Apo dikin. Ji ber ku rêya wî rêya maf û wekheviyê ye.”

Koma ciwanên Swêdê bi stranên xwe yên şoreşgerî, koma Koroya Amara bi lîstika xwe ya di derbarê dîroka ji agir kurteşanoyek pêşkêş kirin û her wiha koma Zingil ya ji Goteborg hatibûn jî bi şanoya xwe ya komedî dram rengek cuda dan şevê.

Di şevê de hunermend Rotînda, Hozan Şemdîn, Mihemed Taho û Heyatî Polat jî derketin ser dikê.