Piroglu li Strasbourgê axivî: Em bibin dengê berxwedanê

Parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu ê li Strasbourgê di serdana berxwedêrên greva birçîbûnê de axivî got, “Em bibin dengê vê berxwedanê.”

Berxwedana greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, roja 88’an li pey xwe hişt. Şandeyeke ku parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglu, Berdevkê Partiya Şoreşger ê Ewropayê Huseyin Ataş jî di nav de bûn, çûn serdana berxwedêran. Şande ji hêla hevserokê KCDK-E’ê Yuksel Koç ve hat pêşwazîkirin.

‘BI TECRÎDÊ RE POLÎTÎKAYÊN ŞER DERKETIN PÊŞ’

Pîroglu di debarê serdanê de ji ANF’ê re axivî û got ev çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî û bi hezaran girtiyên azadiyê û li derve didomin, nîşaneya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyê ye û bi polîtîkaya dewletê ya tecrîdê re, polîtîkayên wê yên şer jî derketin pêş.

‘KRÎZA ABORIYIÊ JI BER POLÎTÎKAYÊN ŞER E’

Pîroglu da zanîn ku li Tirkiyê krîzeke kûr a aboriyê heye û ev jî ji ber polîtîkayên şer ên hikumetê pêk hatiye wiha pêde çû, “Gel û kedkar dixebite, hikumet wê keda wan dide şer. Şer ne tenê krîza aboriyê, hilweşîna mirovî jî pêk tîne. “

‘EM DENGÊ XWE LI DENGÊ BERXWEDÊRAN ZÊDE BIKIN’

Pîroglu da zanîn ku vî şerî rê li ber mirina bi hezaran ciwanên Kurd û Tirk vekiriye û got, “Polîtîkaya li dijî şer, daxwaza hemû kedkar û bindestan e. Lewre divê desthilatdarî guh bide vî dengî. Li hemberî van polîtîkayan nerazîbûn û berxwedaneke bê eman heye. Ez çûm serdana Leyla Guven jî, hatim serdana berxwedêrên Strasbourgê jî; tişta ku min di çavên berxwedêran de dîtî, biryardarî ye. Lewre divê em jî dengê xwe li dengê wan zêde bikin. Heke em jî bibin dengê daxwazên wan, em ê bi hev re serkeftina vê berxwednamê bihonin.”

‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE’

Pîroglu, “Daxwazên berxwedêran, daxwazên me ne. Hem deyn, hem jî peywira me ye ku em bibin deng û nefesa berxwedêran. Lewre ev deng dengê me ye; ev nefes nefesa me ye. Em bi wan re ne, em heta serkeftinê bi wan re bin.”

KOÇ: BERXWEDANA HEVPAR PÊWÎST E

Hevserokê KCDK-E’ê Yuksel Koç diyar kir ku bi biryarin bexwedana xwe bidomin û got, “Kesên xwedî wijdan, şoreşger, demokrat û sosyalîst divê li her qadê têkoşîn bikin.”

Koç, bal kişand ser pêvajoya hilbijartina xwecihî ya li Tirkiye û Kurdistanê wê pêk bê jî û got, “Ji her demê bêtir derfetên ku faşîzma AKP-MHP’ê têk ku di hilbijartina 31’ê Adarê de têk biçe hene. Bi qeyûmanên dagirkeriyê dest danîn ser şaredariyên gel. Lewre gelek girîng ku gel dîsa di vê hilbijartinê de bersiveke pêwîst û xurt bide dagirkeran, şaredariyên xwe ji wan bistîne.

Divê xebatên hilbhijartinê û berxwedana ku li zinadanan û derve didome, di nav hevsengî û ahengekê de bidome. Lewre divê hemû derdorên demokrat, sosyalîst bikevin nav têkoşîna hevpar.”