Piri: Têkoşîna min a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bidome

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Kati Piri serdana Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici kir ku 122 roj in li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Hilbijartinên ji bo Parlamenta Ewropayê yên li Hollandayê wê 23'ê Gulanê pêk werin. Kati Piri ku ji nû ve bû namzet, serdana çalakgerên greva birçîbûnê Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici kir.

Piri di dema serdanê de got, "Ji ber ku bavê min jî weke penaberekî siyasî hate Hollandayê, ez zanim ku şert û mercên penaberiyê çiqasî giran e, lewma têkoşîna we baştir fêhm dikim. Li parlamentê ez ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan û demokrasiyê bidomînim. Dema çûm serdana Amed û Mêrdînê min dît ku zerareke çawa li wan deveran bûye.

Divê dewleta Tirk bibe welatekî demokratîk. Pêkhatina vê yekê jî bi bicihanîna daxwazên gelê Kurd dibe. Çawa ku min beriya niha kir, eger careke din ji bo parlamentê werim hilbijartin ez ê têkoşîna xwe ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bidomînim. Piştgiriya hûn ji bo hilbijartinê didin min gelekî mezin e. Li derve mirov tên ji min re dibêjin, 'Kurd hatin gel me û ji bo te piştgirî xwestin'. Ez vê gotinê gelekî dibihîzim. Ji bo daxwazên hevalên di greva birçîbûnê de ne ez ê têbikoşim. Ji ber piştgiriya we ez spasiya we dikim. Ez ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê li Parlamenta Ewropayê bidomînim."

Berxwedêrên greva birçîbûnê Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici jî ji ber serdana Piri spasiya wê kirin.