Pîrên Elewiyan bang li OPCW’ê kir ku lêkolînê li qadên gerîla bike

Dayikên pîr û pîrên bawermendên Elewiyan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve ya li qadên gerîla nameyek ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî û Ofîsa Karên Bêçekkirinê ya NY’yê.

Nêzî 20 pîrên Elewiyan bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî (OPCW) kir ku li qadên gerîla ku çekên kîmeyewî hatine bikaranîn lêkolînê bidin destpêkirin.

Di nameyê de hate gotin ku ew nûçe û îdayên têkildarî çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li ser gerîlayên Kurd bikar tîne dişopîne û got: “Em Dayikên Pîr û Pîrên ji baweriya Elewî ku yek ji baweriya herî qedîm a Mezopotamyayê ye didin nîşandan ku bikaranîna çekên kîmyewî bi qasî sûcê dij mirovahiyê ye, ewqasî jî sûcê şer e, baweriya me vê yekê qet qebûl nake.

Saziya we ya ku bi armanca pêşîgirtina şer û sûcên şer hatiye avakirin, daxwaz dikin ku li dijî şer û sûcên şer bikevin nava tevgerê. We vedixwînin ku di serî de li Zap  û Avaşîn û hemû qadên medya, biçin lêkolînê bidin destpêkirin. Em Pîrên rêberên baweriya Elewîtî; baweriya me heye ku hûn hestyariya pêwîst raber bikin.”

Navên Pîrên ku îmzeya xwe li binê nameyê danî wiha ne:

Pîr Ana Lillê Yagmur

Pîr Ana Melek Ûgûr

Pîr Ana Bîlge Şahîn

Pîr Riıza Yagmur

Pîr Velî Ûgûr

Pîr Huseyîn Bîldîk

Pîr Mahîr Şahîn

Pîr Mesût Kete

Pîr Alî Kemal Ozturk

Pîr Doğan Kahraman

Pîr Mehmet Yaman

Mehmet Şeker( Sinemilli)

Pîr Mehmet Erdogan

Pîr Alî Çalhan

Pîr Velî Roj

Pîr ûurteza Dag

Pîr Mehmet Yuksel