Piraniya Katalanan deng dan alîgirên serxwebûnê

Doh li Herêma Xweser a Katalonyayê ya ser bi Spanyayê hilbijartin hate kirin. Li gorî encamên destpêkê piraniya hilbijêran deng dan partiyên alîgirê serxwebûnê.

Li Herêma Xweser a Katalonyayê, ku ser bi rêveberiya navendî ya Madrîdê ve ye, 6.5 milyon Katalanî ji bo hiblijartina endamên nû yên meclîsa herêmê doh deng dan. Dengdan li gorî tedbîrên dijî vîrûsa koronayê pêk hat. Rêjeya tevlîbûnê ji sedî 50 bû. Di hilbijartinên sala 2017'an de ev rêje ji sedî 79 bû.

Medya Spanyayê ragihandin, ku li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinê, partiyên ku dixwazin Katalonya ji Spanyayê qut bibe, di hilbijartinê de bi ser ketin. Tê gotin, ev partiyên ku weke 'Cihêkar' têne pênasekirin, li meclîsa herêmê ya ji 74 endamî, piraniya endaman bi dest xistin.

Lê belê di nava partiyan hemûyan de, partiya PSC bi rêjeya ji sedî 24 ê dengan, bi wergertina 33 kursiyan bi dest xist. PSC baskê partiya sosyalîst PSOE ye, ku li Spanyayê desthilatdar e. Piştî destwerdana rêveberiya Madrîdê ya li Katalonyayê, lîderê PSC'ê Pere Aragones alîkarê serokwezîrê rêveberiya herêmê bû.

LI BARCELONAYÊ WÊ RÊVEBERÎ BIGUHERE

Serketiyên din ên hilbijartinê jî wiha ne: ERC ji sedî 21 (33 kursî), JuntscCat ji sedî 19 (32 kursî) û CUP ji sedî 6.5 (9 kursî) bi dest xistin. Ev her çar partî alîgirê serxwebûna Katalonyayê ne. Partiya muxalefeta bingehîn a Spanyayê Partiya Gel a muxafazakar jî ji sedî 3.7 ê dengan wergirt û tenê 3 kursî bi dest xist.

Eger encam bi vî rengî be, tê payin ku il paytexta rêveberiya herêmê Barcelonayê, hikumeteke çepgir-komarger bê avakirin. Tifaqa çepgir-kombarger dixwaze pirsgirêkên bi Madrîdê re bi rêya diyalogê çareser bike. Serokê niha yê rêveberiya herêmê Qûîn Torra di nava amadekariya referandûmeke nû ya serxwebûnê de bû, lê ji ber ku rêveberiya Madrîdê guh neda wî, meha Îlonê bi biryara dadgeha Spanyayê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin.

Li gel hişyariyên tund ên Madrîdê, rêveberiya Katalan di 1'ê Cotmeha 2017'an de referandûma serxwebûnê pêk anî bû û ji sedî 90 ê beşdaran daxwaza serxwebûnê kiribûn. Piştî referandûmê ku rêjeya tevlîbûnê ji sedî 43 bû, Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont diyar kiribû ku mafê Katalanan e ji bo ser bi xwe bibin. Piştî ku gelê Katalan dakete qadan û dest bi xwepêşandanan kir, rêveberiya Madrîdê biryar da ku dest deyne ser saziyên Katalanan hemûyan. Pûîgdemont ji ber biryara dadgeha Spanyayê ya ji bo girtina wî, welat terikandibû û neçar mabû xwe li Belçîkayê bigire.