Pînheîro: Ji ber necezakirinê binpêkirin sîstematîk dibin

Serokê Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya NY’yê Paûlo Pînheîro diyar kir ku binpêkirina mafan ji ber necezakirinê berdewam in û destnîşan kir ku li herêmên di bin destê SMO’yê de şideta zayendî jî di nav de gelek sûc bi awayekî sîstematîk tên kirin.

Serokê Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Paûlo Pînheîro, rapora Sûriyeyê ya Serdema 2022’yan a ji 1’ê Çileyê heta bi 30’ê Hezîranê, pêşkêşê Rûniştinên Mafên Mirovan ên 51’emîn kir ku 12’ê Îlonê li Ofîsa Cenevre ya NY’yê dest pê kirin.

‘SÛRIYE PEVÇÛNÊN BI BERFEREHÎ CAREKE DIN RANAKE’

Pînheîro yê di Rûniştinên Mafên Mirovan de mafê axaftinê girt, bal kişand ser berdewambûna krîza mirovî ya li Sûriyeyê û wiha got: “Pevçûn li eniyên diyar zêde dibin. Bi êrîşan sivîl jiyana xwe ji dest didin û binesaziyên sivîl jê zerarê dibînin. Sûriye, pevçûnên bi berferehî careke din ranake.“ Pînheîro bi domdarî destnîşan kir ku ji ber danekirinên li ser Sûriyeyê rewşa aborî û mirovî ya li welat yekcar xerab dibe û banga venihêrîneke serbixwe li dewletan kir.  

Pînheîro anî ziman ku ji ber bêcezamayînê li gelek herêmên welat binpêkirina mafan bi awayekî sîstematîk berdewam in û got: “Niha ku ez bi we re diaxivim dibe ku êşkenceyên giran li Sûriyeyê bên kirin.“

Pînheîro bal kişand li ser binpêkirinên li herêmên di bin destê dewleta Tirk a dagirker de ne û wiha pê de çû: “Şideta zayendî jî di nav de êşkence û pêkanînên xerab, li navendên destgîrkirinê yên di bin kontrola komên çekdar de jî dewam kirine û di encamê de girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) zextên xwe li dijî kesên îdia dikin ku têkiliya wan bi YPG an jî rêveberiya xweser re heye, zêde dikin, wan digirin. Bi awayekî sîstematîk dest didin ser mal û milkê xelkê. Gelek kes neçar hiştin ku terka herêmê bikin û niha mirovên mal û milkê xwe ji wan dixwazin destgîr dikin, digirin.“

‘DAÎŞ HÊJ JÎ GEFEKE MEZIN E’

Pinheîro destnîşan kir ku DAÎŞ hêj jî li herêmê wek gefeke mezin berdewam e. Pinheîro bal kişand li ser êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Girtîgeha el Sîna ya li Hesekê, kempên Hol û Rojê û bang li civaka navneteweyî kir ku bi berpirsyarî tevbigere. Pinheîro got ku divê hemû dewlet welatiyên xwe ji kampan bigirin.

Rapora bi 50 rûpelan a tê de behsa sûcên şer li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî hat kirin wê di Rûniştinên Mafên Mirovan ên 51’emîn de bên nirxandin.