Pînheîro: Şêniyên Efrînê û Serêkaniyê berdêlên giran didin

Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî Pînheîro diyar kir ku li Idlibê hemû alî sûcê şer dikin. Pînheîro bal kişand ser sûcên HTŞ û SMO yên li dijî mirovahiyê dikin.

Di Rûniştinên Mafên Mirovan ên 44'an ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de binpêkirina mafên mirovan ên li Sûriyeyê bi taybetî jî li Idlibê hatin nirxandin. Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî, rapora xwe ya ji 29 rûpelan a li ser Idlibê pêşkêş kir. Serokê Komîsyonê Paûlo Sergîo Pînheîro bal kişand ser sûcên şer ên li vê herêmê.

'HER ALIYÊN LI IDLIBÊ SÛCÊN ŞER DIKIN'

Pînheîro bi bîr xist ku bi milyonan sivîl hîn jî li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) de dijîn û destnîşan kir ku her aliyên li Idlibê biharê û zivistanê sûcên şer kirin.

Pînheîro got, "Êrişên hewayî yên li başûrê Idlibê û rojavayê Helebê hatin kirin, ji bilî revê ti rê ji sivîlên li herêmê re nehiştin. Ji ber sûcê li dijî mirovahiyê, tenê di nava sê mehan de milyonek mirov ji cih û warê xwe bûn."

'HTŞ A KU TIRKIYE PIŞTGIRIYA WÊ DIKE, SÛCÊN ŞER DIKE'

Pînheîro bi taybetî bal kişand ser sûcên şer ên HTŞ'ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike û got, "HTŞ ku ji koçberkirina mirovan sûdê werdigire, rojnamevan jî di nav de êşkence li mûxalîfan kir û qetil kir. Ev rêxistina terorê ku malên hatine terkkirin talan kir, di heman demê de li gel komên cuda yên çekdarî yên li herêmê li dijî zarokên keç û jinan sûcên şer kir."

'ŞÊNIYÊN EFRÎN Û SERÊKANIYÊ DIÊŞIN'

Pînheîro bal kişand ser sûcên ku çeteyên dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê dikin û got, "Sivîlên li herêmên Efrîn û Serêkaniyê, ji destê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê berdêlên giran didin û êşeke mezin dikişînin."

'PÊKANÎN BANDOREKE GIRAN DIKIN'

Pînheîro pêkanînên konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî Sûriyeyê bi bîr xist û ragihand ku pêkanînên tê xwestin di dema şewba Covîd-19 de bên kirin wê bandoreke giran li sivîlan bikin. Pînheîro got, "Alîkariya mirovî ne li gorî polîtîkayê, lê belê li gorî pêwîstiya mirovan divê bê kirin. Hewldan û kiryareke li derveyî vê yekê rewşeke neserketî ya cihê şermê ye. Pêkanînên bi vî rengî dikarin bibin sedem ku hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin. Jin, mêr, zarokên Sûriyeyî ji bo li hemberî şewbê li ber xwe bidin pêwîstî bi alîkariya bi her awayî heye. Lewma Konseya Ewlekariyê li şûna ku nuqteyên derbaskirina alîkariyê berfireh bike, berevajî bi sînor kir ku ti hinceta vê yekê nîne."