Peymana Lozanê wê di salvegera 98'an de bê şermezarkirin

Peymana Lozanê ku Kurdistan pê hate parçekirin wê di salvegera 98'an de ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bê şermezarkirin.

24'ê Tîrmehê di salvegera Peymana Lozanê de wê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê meşek bê lidarxistin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku meş wê bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin" bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de bang li Kurdistanî û dostên wan ên li dîasporayê bi taybetî jî yên li Swîsreyê hate kirin ku 24'ê Tîrmehê tevlî meşê bibin û hate gotin, "Kurd ku ji gelên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e, baş zanin bê şer û koçberî tên çi wateyê. Kurd li welatê xwe, ku beriya sed salî bi 'Peymana Lozanê' bi çar parçeyan hate parçekirin, bi dehan carî sirgûn bûn, koçber bûn. Ji destê sîstema kapîtalîst ku serê her nebaşiyê ye û ji destê 'netewe dewlet' ên wê gelekî kişandin. Kurdên ku bê statu hatin hiştin û ji mafên xwe yên herî xwezayî bêpar man, li çar aliyên cîhanê bûn 'penaber'. Ji vê jî wêdetir, li welatê xwe ne di asta statuya penaberiyê jî de ne.

Hîmê bingehîn ê înkarkirin û parçekirina gelekî bi Peymana Lozanê hate danîn. Di salvegera 98'an a Peymana Lozanê de jî Kurd careke din di navbera windakirin û serketinê de mane. Li aliyekî nirxên ku bi saya sed û bi deh hezaran şehîdan hate afirandin, li aliyê din jî êrişên bêperwa yên netewe dewletên serdest, nêzîkatiya bazarkirinê ya hêzên hegemonîk ên navneteweyî û Kurdên ku ji ber xiyaneta navxweyî timî di nava metirsiya windakirinê de ne. Kurd bêyî ku biwestin li mafên xwe digerin ên li Lozanê ji dest dane.

Kurdan bi perspektîfa 'Konfederalîzma Demokratîk' û 'Neteweya Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dan ku cîhaneke nû pêkane. Di salvegera sedî ya Lozanê de nîşan didin ku Lozan ti carî qebûl nekirine û wê qebûl nekin.

Bi vê wesîleyê, em Kurdên li dîasporayê 24'ê Tîrmehê saet di 15:00 de li Place de la Riponeyê çalakiya şermezarkirinê li dar dixin. Em bang li welatparêzên xwe, Kurdistaniyên ji çar parçeyan ên li sirgûnê dikin, em bang li dostên xwe dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin."