Peyama Bayik a ji bo mîtînga Strasboûrgê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di peyama xwe ya ji bo mîtînga Strasboûgrê re şandî, anî ziman ku divê armancên komployê biçûk neyê dîtin û got: “Heta tecrîd bidawî nebe, pirsa Kurd çareser nabe.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê peyamen bi dîmen ji bo çalakiya Strasboûrg a bi hezaran kes tevlî û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir re şand.

KOMPLO LI SER BERJEWENDIYÊN MODERNÎTEYA KAPITALÎST PÊK HAT

Peyama Bayik bi balkêşî li qadê hate guhdarkirin.

 “Yên ku ev komplo pêş xistin û di nav de cih girtin, xizmeta wê kirin şermezar dikim. Weke tê zanîn li  dijî komploya navneteweyî têkoşîneke dîrokî hate kirin. Ev têkoşîn li dorî dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ pêş ket. Di vê têkoşînê de şehîd û birîndar çêbûn. Di şexsê Şehîd Halît Oral de hemû şehîdên têkoşînê bibîr tînim. Ev şehîd ne tenê şehîdên gelê Kurd e, şehîdên mirovahiyê ne. Ji bo vê şehîdên herî mezin in. Komploya Navneteweyî Emerîka, Îsraîl û Îngîltereyê pêk anî, gelek hêzan jî cih têde girt. Dibe ku Tirkiye komployeke wiha xwestibe ku pêk bê, lê ev komplo tenê li ser daxwazên wan tenê pêk nehat. Li ser berjewendiyên modernîteya kapitalîst pêk hat. Ewropa, Rûsya, Yewnanistan, Kenya û Misir jî berjewendiyên xwe di vê komployê de dîtin û cih girtin, ketin xizmeta komployê. Hêzên Kurd ên di xizmeta modernîteya kapitalîst de cihê xwe di komployê de girtin. Ji ber vê komployeke wiha pêş ket, Rêber Apo dîl hate girtin.

XWESTIN XETA RÊBER APO BÊ BANDOR BIKIN

Sîstema modernîteya kapitalîst yên ku di nava vê sîstemê de cih girtin û ximeta  vê dikin, ji xeta Rêber Apo ditirsiyan. Pêşketina vê xetê sîstema wan û berjewendiyên wan xistin talokeyê. Ji bo pêşiya Rêber Apo bigirin, xeta wî bê bandor bikin, Kurdê azad tesfiye bike û li şûna vê kurdên ku xizmetê ji bo sîstema modernîteya kapitalîst dike ava bikin vê komployê kirin. Ji bo Rojhilata Navîn demokratîk nebe, dîsa pirsa Kurd neyê çareserkirin û qirkirina Kurdan temam bikin komplo hate kirin. Rêber Apo di nava şert û mercên zehemt de li dijî komployê li berxwe da.di mercên her kesê digot; ‘Dawiya Rêber Apo û PKK’ê hat’ li dijî komployê berxwedaneke mezin pêk hat. Rêber Apo komplo fam kir, ji ber ku komplo fam kir li dijî sîstema modernîteya kapitalîst alternatîfek mezin pêş xist.

RÊBER APO ALTERNATÎF PÊŞ XIST

Nîşanî modernîteya kapitalîst ku nikare Kurdê azad û Rêber Apo tesfiye bike. Alternatîfa sîstema modernîteya kapitalîst sîstema modernîteya demokratîk, sîstema konfederalîzim pêş xist. Bi vê yekê çekek mezin da destê yên li dijî sîstema modernîteya kapitalîst têdikoşin.

Komplo li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê pêk hat. Bi vê komployê xwestin rêya têkelî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bibin vekir. Ji ber ku xeta Rêber Apo li pêşiya wan asteng bû. Bi vê komployê wê astengiyê jî ji holê rakirin. Ji bo sîstem bi rehet mudaxeleyî Rojhilata Navîn bike û sîstema hegonom ava bike û ev kompl pêş xist. Eger ku bi vê komployê Rêber Apo dîl negirtiba wê nikarîbûna komployeke wiha pêş bixistiba.

A LI ROJHILATA NAVÎN RÛ DIDIN BI KOMPLOYÊ RE TÊKILDAR E

A li Rojhilata Navîn rû dide li ber çavan e. Ev hemû girêdana wê bi komploya navneteweyî re heye. A îro li Rojhilata Navîn rû didin, dide nîşandan bê ka komplogeran bi vê komploya di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan, PKK’ê û mirovahiyê kiriye.

Niha li Rojhilata Navîn krîz û kaosên mezin hene. Bi xeta Rêber Apo û pradîgmaya pêş xistî, dikare kaos û krîz bên derbaskirin. Gelên Rojhilata Navîn û cîhanê enceq bi vê pradîgma û xetê dikarin ji kaos û krîzan rizgar bibin. Rêber Apo di dîroka Tevgera Kurd û li Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan guhertinên bi kok ava kir. Kurdên ku heta niha kesê hebûna wan nedizanî, îro li Rojhilata Navîn ji bo demokratîkirina gelan pêşengtiyê dike, ji bo miroahiyê jî bûye hêviyek. Rêber Apo vê ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê pêş xist. Gelê me û dostên em li dijî rastiya komploya navneteweyî her tim li ber xwe da.

GELÊ ME YÊ EWROPA DI NAVA BERXWEDANEKE MEZIN DE BÛ

Li dijî komployê di sala 2019’an de têkoşîneke mezin hate kirin. Vê têkoşînê destkeftiyên mezin bidest xist. Hate dîtin ku tecrîd bi nedemokratîkbûnê ve girêdayî ye. Eger li pêşiya  tecrîd û komployê bê rawestandin, wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bê pêşxistin. Ev jî destkeftiyeke mezin e.

Gelê me li Ewropayê her tim li dijî komployê berxwedaneke mezin kiriye. Her demê têkoşîna azadiya xwe pêşxistin. Erk û berpirsyariyên xwe bi cih aniye. Li dijî tecrîdê di sala 2019’an de erka dikeve ser milan bi cih aniye.

Ji niha û şûnde jî wê gelê me yê Ewropayê ji her demê bêhtir xwedî li Rêber Apo derkeve. Xwedî li Rêber Apo derketin xwedî li siberoja xwe derketine. Ji ber vê her salê li dijî komploya navneteweyî derdikeve û têkoşînê xurtir dike.

HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE PIRS KURD ÇARESER NABE

Dîtin ku heta tecrîd bi dawî nebe ne pirsgirêka Kurd ne jî pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser dibin. Rewşenbîr, welatparêz, demokrat û hemû beşên li Tirkiyeyê di ferqa vê de ne. Di sala 2019’an de jî ev yek anîn ziman. Di wê baweriyê de me ku wê ev yek hê bizanabûn û hûr û kûr bê pêşxistin. Her çendî Rêber Apo ji aliyê xwe ve ev komplo vala derxistibe jî, lê ji aliyê xwe ve me hê vala dernexistiye.  Hêzên ku komplo pêşxistiye, hê jî di komployê de israr dike.

DIVÊ TU KES ARNMANCA KOMPLOYÊ BIÇÛK NEBÎNE

Divê tu kes armanca komployê biçûk nebîne. Ji ber vê dixwazin encam bigrin. Armanca komployê bê bandorkirina xeta Rêber Apo û Kurdê azad e. Armanca wan temamkirina qirkirina ku li ser Kurdan pêşxistine ye. Ji ber wê komploger êrîşî xeta Rêber Apo, tevgera azadî, rêveberiya PKK û gelê Kurd dike. Dixwazin astengiyên pêşiya xwe rakirin û Kurdê ku xizmeta wan bikin biafirînin. Ji ber wê her kes dibe Kurd be yan nebe, mirovê ku baweriyê bi nirxên mirovahiyê tînin, daxwaza azadî, demokrasî û sosyalîzmê dike dive ji her demê bêhtir xwedî li Rêber Apo derbikeve.

PARADÎGMAYA RÊBER APO LI CÎHANÊ HÊ BAŞTIR TÊ FAMKIRIN

Îro li cîhanê xeta Rêber Apo, paradîgmaya ku dixwaze pêş biçe hê baştir tê famkirin. Her ku tê fêmkirin dixwazin hê bêhtir xwedî lê derbikevin. Îro ev xet di navbera gelan de pêşdikeve, di navbera hêzên azadî û demokrasiyê de pêşdikeve. Di nava sosyalîstan de pêş dikeve. Bi taybet di nava jin û ciwanan de pêş dikeve. Xeta ku Rêber Apo pêş dixe û paradîgmaya wî di nava gelên Rojhilata Navîn de pêşdikeve û tê qebûl kirin. Wiha xuya dike ku ev xet wê li Rojhilata Navîn û cîhanê hê bêhtir pêşbikeve. Ya ji me tê xwestin ew e ku hê bêhtir vê xet û paradîgmayê baştir rêxistin bikîn.

Rêber Apo ji bo jinan xeta azadiya jinê pêşxist. Jinên Kurd xwedî li vê xetê derketin, xwe bi rêxistin kirin û têkoşîn pêşxistin. Têkoşîna jina Kurd hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê li ser jinan bandoriyek mezin çêkir. Her ku diçe bandoriyên wê zêde dibe. Ji sala 2019’an ve di tevgera jinên cîhanê de pêşketinên nû çêbûn û ev jî pêşxistina têkoşîna xeta Rêber Apo a ji aliyê jinên Kurd ve girêdayî ye. Her kesê ku dibêje “Ez ji Rêber Apo hes dikin, rêz jêre digrim” dive bizane Rêber Apo di nava kîjan şert û mercan de li dijî hêzên navnetewî çawa têkoşîn pêşxistiye. Li ser vî bingehî dive hişmendî, têkoşîn û kesayetiya xwe pêş bixe. Di şert û mercên herî zehmet de Rêber Apo ev têkoşîn pêşxist. Ji bo jinan, mirovatî û gelên Rojhilata Navîn xizmetên mezin kir. Ev xizmet dibin şert û mercên tecrîdê de da. Eger girêdana Rêber Apo ya ji bo jinan, gelan, azadî û demokrasiyê bihêz nebûya di nava sîstema tecrîda Îmralî de wê ev têkoşîn pêşnexistiba. Ev jî dide nîşandan ku girêdana Rêber Apo ya ji bo azadiyê di asta evinê de, girêdana bi gelê Kurd û jinan re di asta herî bilind deye. Divê her kes vêya bi kurahî têbigihe.

‘RÊBER APO TI CARAN LI PEY JIYANA TAKE KESÎ NEBÛ’

Rêber Apo ti caran li pey jiyana takekesî nebû. Mafên xwe yên jiyanê diyarî xizmetkirina azadiya Kurdan kir. Ji bo avakirina jiyaneke azad têkoşiya. Jiyaneke ku xizmeta gelê xwe neke heram kir. Yê ku ji gel û mirovahiyê hes dike dikare hemû tiştê xwe bike xizmeta wan de. Eger îro gelê Kurd û dostên wan, Sosyalîst û jina ji Rêber Apo hes dikin, girêdanbûna xwe tînin ziman ev hemû bi vê rastiyê ve girêdayî ye.

Rêber Apo dibêje “Ez berdevkê şehîdan in. Ez dixwazim armancên wan pêk bînin”. Vêya esas girt û di nava rastiya sîstema Îmralî de têkoşînek mezin pêşxist, îradeyek mezîn nîşan da. Ji ber vê sîstema moderniteya capitalist, sîstema dewleta Tirk a faşîst nikare bikeve pêşiya têkoşîna Rêber Apo. Rêber Apo li beramberî wan çong danayne. Yên Rêber Apo esas digrin xeta wî pêş dixin, wê demê girêdanbûn û heskirina wan li ser bingehî raste. Eger girêdan û heskirin ne li ser vî bingehÎ be wê demê ne raste.

‘TALÛKEYEK MEZIN HEYE’

Li ser Rêber Apo talûkeyeke mezin heye. Divê gelê Kurd, dostên wan û her kesê girêdanbûna wan bi nirxên mirovahiyê re hene dive vê talûkeyê bi kurahî bizanin. Em hemû deyndarê Rêber Apo ne. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me her tişt pêşxist û da destê me. Ji bo vê divê em deynê xwe yê ji bo Rêber Apo bidin. Dive em tecrîda li ser Rêber Apo bişînin. Heta ku ev talûke û tecrîd neyê şikandin, heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêşnekeve, Kurd azadiya xwe, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîkbûyînê, mirovahî ji hêviyên xwe û utopyayên pêk naîne.

Di vê wateyê de îrok têkoşîna li dijî komployê têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Tecrîd û têkoşîna demokratîkbûyÎnê îro ketiye nava hev de. Bi vê wesîleyê banga min li ser bingehê şkandina tecrîdê, faşîzmê hilweşîn û demokrasiyê pêşbixin e.

Li ser vî bingehî carek din ez we silav dikin, serketinê dixwazim. Meşa me meşa demokrasî û azadiyê ye.”