Pêşengeha 'Destê me li ser newqa me ye' didome

Gelek kes serdana pêşengeha li Parîsê ya 'Destê me li ser newqa me ye' dikin.

Pêşengeha Asli Filîz a 'Destê me li ser newqa me ye' ku Tevgera Jinên Kurd a Fransayê bi çarçoweya çalakiyên 8'ê Adarê, daniye, ji 1'ê Adarê û wir ve gelek siyasetmedar, nûçegihan û Kurdistaniyên li Parîsê serdana wê dikin.

Nûçegihanê Tirk Can Dundar, ji Tevgera Jinan a Fransiyan gelek jin û Encûmena Şaredariya Mezin a Parîsê Patrîce Laourence serdana pêşengahê kirin. Pêşengah heta 10'ê Adarê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê wê vekirî be.

Patrîce ku serdana pêşengehê kirî got,''Ji bo dilgermiya Tevgera Jinên Kurd, ji bo çaya ku dane, xasma ji bo pêşengeha bêhempa a hunermend Asli Filîz ku diyarî bîr û berxwedana jinên Kurd kiriye, malî ava'' û diyar kir divê her kes serdana pêşengehê bike.