Pêşengê çepgir ê Fransayê Melenchon ji bo Leyla Guven bang kir

Serokê partiya Fransayê France Însoûmîse  Jean Lûc Melenchhon di Meclîsa Neteweyî de bang li hikumetê kir ku bila ji bo Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê têkevin nav hewldanan.

Jean Lûc Melenchon ê ku çepgirê herî xurt ê di hilbijartina 2017’an e, di civîneke komîsyonê ya li Meclîsa Neteweyî beriya dest bi axaftina xwe bike, piştgirî da berxwedana Leyla Guven û çalakgerên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne.

Melenchon diyar kir ku Guven di girtîgehê de li ser navê HDP’ê parlementer hatiye hilbijartin û Guven 77 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Melenchon diyar kir ku di 18’ê Çileyê de ji bo ku têkeve dewrê wî name ji Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drîan re nivîsandiye û wî bal kişandiye ser vî tiştî ku piştî hewldana darbeya di 15’ê Tîrmehê de 26 hezar endam û rêveberên HDP’ê hatine girtin.

Melencghon diyar kir ku herdu hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatine girtin.

Melenchon bal kişand ser vî tiştî ku Leyla Guven di warê têkoşîna demokrasî û aştiyê de keseke girîng e û got ku, “Ez bawer im em hemû kesên li vê derê, diyar dikin skandal e ku Leyla Guven hatiye girtin.”