PES û Syrîzayê piştgirî dan HDP'ê

Nûnerên Partiya Sosyalîst a Ewropayê û Syrîza li Brukselê bi heyeta HDP'ê re hevdîtin kirin û li dijî rejîma Erdogan peyamek piştgiriyê ji bo HDP'ê weşandin.

Heyeta ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Prof. Mîthat Sancar, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca û Dr. Hişyar Ozsoy û Nûnerê HDP'ê yê li Ewropayê Devrîş Çîmen, li Brukselê hevdîtinên dîplomatîk kirin.

Heyetê bi Alîkarê Serokê Parlamenta Ewropayê yê ji Partiya Sosyalîst a Ewropayê Party of the European Socialists (PES) û Serokê Tifaqa Pêşveçûnê ya SYRÎZA Eurogroup Dîmîtrîs Papadîmoûlîs re hevdîtin kir. Papadîmoûlîs piştî hevdîtinê peyamek weşand û diyar kir ku li dijî polîtîkayên êrişkar û otorîter ên rejîma Erdogan, ew piştgiriya HDP'ê dikin.

PES: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HDP'Ê

Piştî hevdîtina heyeta HDP'ê ya bi alîkarên Sekreterê Giştî yê PES'ê Gîacomo Fîlîbeck û Yonnec Polet, PES'ê daxuyaniyek da û got, "PES piştî hevdîtinê piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê eşkere dike ku HDP weke rêxistineke siyasî ya demokratîk a li Tirkiyeyê ji bo rewatiya mafên mirovan û serweriya hiqûqê têdikoşe. PES, partiya bira HDP û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi xurtî teşwîq dike ku têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bike."

SYRÎZA: EM Ê LI EWROPAYÊ ZEXTÊ DEWAM BIKIN

Alîkarê Serokê Giştî yê Ewropayê û endamê SYRÎZA'yê Dîmîtrîs Papadîmoûlîs ku bi heyeta HDP'ê re hevdîtin kir, qala rewşa dawî ya di pirsgirêka Kurd de kir û ragihand ku AKP li Tirkiyeyê otorîter bûye.

Papadîmoûlîs di peyama xwe de ku piştî hevdîtina bi HDP'ê re weşand bal kişand ser 'şerê zilmê' yê hikumeta Tirk li HDP'ê dike.

Dîmîtrîs Papadîmoûlîs ji ber serdana heyeta HDP'ê spasiya heyetê kir û anî ziman ku ew piştgiriyeke xurt didin hêzên pêşverû û demokratîk ên welêt. Her wiha têkiliyên xurt ên dostanî û hevkariyê yên navbera SYRÎZA û HDP'ê bi bîr xist û destnîşan kir ku SYRÎZA wê di asta Ewropayê de zextên xwe dewam bike.

Papadîmoûlîs di dawiya daxuyaniya xwe de işaret bi êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de fikarên li ser zêdebûna neteweperestî û kiryarên mîlîtarîst ên rejîma Tirk hatin bilêvkirin û hate ragihandin ku bi HDP'ê re li ser pêwîstiya hewldanên aştiyê yên hevpar li hev kirine.