Perdeya duyemîn a 9'ê Cotmehê -7

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar ma di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Rojhilata Navîn derkeve. Wê bigota, "Ji vê kêliyê û pê ve ez bi ku ve biçim wê şopandina û kontrola NATO û DYE'yê dewam bike."

Abdullah Ocalan sala 2003'an di parêznameya xwe de ku pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Atînayê kir ku ew jî lê dihate darizandin (Ji Endamên Jûrî û Dadgerê Dadgeha Sondxwarî ya Têkel a Atînayê re Parêznameya Atînayê) her tişt bi rengekî eşkere vedigot.

Li gel sedemên giştî yên bandor li ser biryara çûyîna li Atînayê, çûyîna li Ewropayê kir, anî ziman ku di vê biryara wî de sozên Wezîrê Ragihandinê yê berê yê Yewnanistanê û Parlamenterê PASOK'ê Kostas Badûvas bi bandor bû. Wiha dewam dikir: "6'ê Cotmeha 1998'an li Şamê di hevdîtina bi şahidiya Ayfer Kaya de, Badûvas bi bîr xist ku 109 parlamenterên Parlamenta Yewnanistanê min vexwendine ku bêm Yewnanistanê, hikumeta Yewnan piştgiriyê dide hatina min a Atînayê, ew ê jî vegere welêt û dest bi amadekariyan bike û soz da ku li Balafirgeha Atînayê wê min pêşwazî bike.

Li ser vê bingehê 9'ê Cotmeha 1998'an ji Balafirgeha Şamê bi balafireke Sûriyeyê me berê xwe dan Atînayê. Dema ku balafirê xwe li Balafirgeha Hellînîkon a Atînayê danî, Badûvas ê ku bi xwe ez vexwend û diyar kir ku wî her tişt amade kiriye û soza pêşwazîkirinê dabû min, li holê xuya nedikir. Em li benda Badûvas ûn, lê Savvas Kalenterîdîs û rayedarê payebilind ê îstîxbaratê Stavrakakîs derketin pêşiya me. 9'ê Cotmehê dema ku em li balafirgehê disekinînin, Ayfer Kaya ya li gel min gelek caran telefonî Badûvas kir ji bo bê. Badûvas got, 'Tiştekî ji destê min bê nîne, ez li Serokwezaretiyê hevdîtinê dikim' û nedihat...

Piştre eşkere bû ku di derketina ji Sûriyeyê û ketina xefika Yewnanistanê de di şexsê Badûvas de rola Îngilistanê hebû. Vexwendina Badûvas ku yekî ji aliyê Îngiliz ve hatiye perwerdekirin, gava destpêkê ya komploya DYE, Îngilîstan-Sîmîtîs bû. Ji vê kêliyê û pê ve ez bi ku ve biçûma wê şopandin û kontrola NATO û DYE'yê dewam bikira.

Bi tirs û gefeke mezin ji min re hate gotin ku divê heman rojê heta saet pêncan derkevim, naxwe wê zor li min bê kirin. Helwesteke bi vî rengî hate nîşandan. Rewşeke welê bû ku ez qet ne li bendê bûm û jê re ne amade bûm. Çar, pênc saetan em li beşa transît a balafirgehê hatin sekinandin. Nûnerê me yê Rûsyayê Mahîr Welat (Nûman Ûçar) vexwendî nameya hatibû amadekirin bi faksê şand û Stavrakakîs diyar kir ku ew hinekan li Sefaretxaneya Bilind a Rûs nas dike û bi karê vîzeyê re eleqedar bû. Bi bayê bezê Wezareta Karên Derve ya Yewnan balafireke taybet amade kir û heman rojê (9'ê Cotmehê) ez birin Moskowayê."

Dema ku Rêberê Gelê Kurd daket Moskowayê, yek ji kesên ku ew pêşwazî kir Vladîmîr Jîrînovskî bû ku Jîrînovskî wê demê alîkarê serokê Dûmayê bû. Abdullah Ocalan şeva destpêkê li mala Jîrînovskî mêvan bû, ji wir jî ew bir maleke li çiyê. Di vê navberê de rayedarê Rûs ê ji ewlekariya wî berpirsyar serlêdana penaberiya siyasî kir. Lê belê mîna ku li Yewnanistanê bû, li Rûsyayê jî 'mafê penaberiya siyasî' ku mafekî qanûnên dewleta Rûs û hiqûqa navneteweyî ye, wê ji bo Abdullah Ocalan nehatibûya pêkanîn.

BAZARA QIRÊJ A NAVBERA MOSKOWA-ENQEREYÊ

Di roja duyemîn de ya ku Abdullah Ocalan çû Rûsyayê, Serokwezîrê Tirk Mesût Yilmaz dema ku ji Antalyayê diçû Meletiyê di balafirê de ji rojnamevanên Tirk re axivî. Ji bo pirsa "Dibe ku Apo bi ku ve çû be?" Yilmaz wiha digot, "Dibe ku çûbe Rûsya, Ermenistan û Lubnanê. Lê belê ne bawerim ku Rûsya Apo qebûl bike." Ya rast, ji 11'ê Cotmehê û pê ve agahiyên îstîxbaratî yên li ser rawestgeh û rêgeha Abdullah Ocalan bi rêk û pêk ji Enqereyê re dihatin ragihandin. Lê belê dewleta Tirk nedixwest balê bikişîne ser Rûsyayê, ji ber ku bazara qirêj a li pişt deriyan dest pê kiribû, hîn bi encam nebûbû.

Dema ku bazarî dewam dikir, rayedarên dewleta Tirk hebûna Abdullah Ocalan a li Rûsyayê roja 19'ê Cotmehê ji raya giştî re eşkere kir. Wê demê Alîkarê Musteşarê Wezareta Karên Derve ya Tirk Mehmet Alî Îrtemçelîk çû Moskowayê. Îrtemçelîk nameyeke Serokwezîr Mesût Yilmaz radestî Serokwezîrê Rûsyayê Yevgenî Prîmakov kir. Di nameyê de di berdêla radestkirina Rêberê Gelê Kurd de pêşniyara bazariyên aborî dihate kirin. Di vê dema bazariyê de Abdullah Ocalan daxwaza 'penaberiya siyasî' li baskê jêrîn ê Parlamenta Rûsyayê li Dûmayê kir.

Di vê navberê de 29'ê Cotmeha 1998'an ji bo pîrozbahiyên sala 75'an a Komara Tirkiyeyê bal çûbûn ser Enqereyê. Yek ji kesên hatin vexwendin jî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Îgor Îvanov bû û di çenteyê wî de nameya Serokwezîrê Rûsyayê Prîmakov a ji bo Serokwezîrê Tirk hebû. Prîmakov di nameyê de digot ku wê Rêberê Gelê Kurd ji Rûsyayê bê derxistin. Yilmaz name piştrast kir û digot, "Bersiva ku em li bendê bûn me ji Rûsyayê wergirt."

Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk Orgeneral Kivrikoglû heman rojê ji çapemeniyê re axivî û bi van gotinan bal dikişand ser bazariyên qirêj ên bi Rûsyayê re tên kirin: "Eger Moskowa bi aqil be wê piştgiriyê nede Apo. Li wê derê razemeniyeke me ya ji 10 milyar dolarî heye. Ewropa ji ber krîza aboriyê xwe ji Rûsyayê vedigire, em karê xwe pê re dewam dikin. Em dixwazin ku ev têkilî xurtir bibe."

JI DYE'YÊ DAXUYANIYA 'TI WELAT DIVÊ MAFÊ PENABERIYÊ NEDE'

Wan rojan ku dewleta Tirk bi rêveberiya Prîmakov re danûstandinên dîplomatîk dikir, Dûmayê serlêdana Abdullah Ocalan a ji bo penaberiya siyasî xiste rojeva xwe û 4'ê Mijdara 1998'an biryara xwe eşkere kir. Li dijî dengekî bi tenê, bi 298 dengan, bi gotineke din, bi temamiya dengan daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan hatibû qebûlkirin. Lê belê vê carê wê hin hêzên din ên navneteweyî tevlî pêvajoya tengavkirina Moskowayê bibûna.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê James Rûbîn 5'ê Mijdara 1998'an di civîna çapemeniyê ya rojane de ji bo pirsa "Dûmayê biryar da ku mafê penaberiyê bide lîderê PKK'ê. Helwesta DYE'yê çi ye?" wê ev bersiv dabûya: "Wezîra Karên Derve Madeleîne Albrîght PKK weke rêxistina terorê ragihandiye. Me ji hikumeta Rûsyayê xwest ku lêkolîn bike bê Ocalan li Rûsyayê ye yan na, tavilê bê dersînorkirin an jî ji bo radestkirinê gavên pêwîst biavêje."

Rayedarê DYE'yî di heman daxuyaniyê de bal kişand ser vexwendînameya hin parlamenterên Yewnanistanê û got, "Ti welat divê mafê penaberiyê nede terorîstekî. Dubare dikim, ti welat."

Êdî rewş diyar bûbû. Di dewrê de êdî rêveberiya Washîngtonê jî hebû. Ji xwe Ocalan 19'ê Cotmeha 1998'an dema ku bi rêya telefonê tevlî weşana MED TV bû, diyar kiribû ku ne tesadûfî ye ku komploya li dijî wî di 9'ê Cotmehê de dest pê kiriye û wiha digot: "Tiştekî din ê ecêb heye: Dibe ku ji bo Emerîkiyan girîng be. 9'ê Cotmehê roja kuştina Che Gûevara ye. Balkêş e ku heman roj hatiye hilbijartin. Bawerim hinekî ji ber vê yekê dixwazin me bi bîranîna wî şoreşgerê mezin re bikin yek."

JI YÊN KU SOWYET FIROTIN NE LI BENDA HURMETÊ BÛ

Serpêhatiya li Rûsyayê wê 33 rojî dewam bikira. Rêberê Gelê Kurd wê di parêznameya xwe de ya piştre pêşkêşî dadgeha Atînayê kiribûya li ser dersînorkirina xwe ya ji aliyê rêveberên dewletê yên Rûsyayê wiha bigota: "Prîmakov biryara Dûmayê qebûl nekir, di vê yekê de krîza aboriyê ya li Rûsyayê xwedî roleke girîng bû. Ji xwe li Rûsyayê di nava pêvajoyeke bi krîzê ya dejenerebûyî de bû ku piştî reel sosyalîzmê rû da. Serokwezîr Prîmakov û Serok Yeltsîn yek ji xayinên girîng ên reel sosyalîzmê bûn. Berjewendiyên bi aborî, îstîxbarata veşartî-qirêj ve girêdayî, rewşa min çiqasî stratejîk jî bû, ji bo firotinê musaît bû. Nedibû ku ez li bendê bûma ku yên sîstema mezin a Sowyetê firotin hurmetê nîşanî nirxên azadiyê bidin.

Moskowa ku yek ji navendên bijarte yên şaristaniya kapîtalîst e, lîstika xwe ya namerdî ya li dijî sosyalîzmê lîst, di meseleya min de bi rengekî ku bêhtir neyê naskirin, bêyî li ber xwe bikeve wê bilîstibûya. Ji xwe biryara 298/1 a Dûmayê ya ji bo naskirina penaberiya min a siyasî wê ji bo Prîmakov bêwate bûya û helwesteke li derveyî hiqûqê nîşan dabûya. Di nava vê pevajoyê de dixwestin ku min bi zorê di ser Tirkiyeyê re daxînin Qibrisê. Rayedarê îstîxbarata Rûs Heba Çîlî ku wê demê bi min re bû digot 'Me ji bo we Qibris amade kirine, hûn ê biçin'. Ev yek operasyona tunekirinê bû. Dema ku min bihîst ku ev rêwîtî wê di ser Tirkiyeyê re bê kirin, bi ihtimala ku balafir li hewayê bê îmhakirin an jî deynin Enqereyê, min qebûl nekir."

Sibe: 66 rojên li Romayê û rola Elmanyayê.