Pêngava 15'ê Tebaxê li kampa Lavîroyê hate silavkirin

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê, salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.

Li gel pankarta bi nivîsa "Bi ruhê Berxwedana Xakurkê salvegera 37'an a 15'ê Tebaxê pîroz be", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsûm Korkmaz (Egîd) alên PKK, KCK, YPG, YPJ û MLKP'ê hatin daliqandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Malbata Elefteria Fortulaki ya ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Atînayê 24'ê Adara 2006'an de xwe şewitand jî tevlî pîrozbahiyê bû.

Siyasetmedar Nûrhak Uludag di derbarê Pêngava 15'ê Tebaxê de axivî û wiha got: "Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd vejînek e. Ev roj gelek ji xewa mirinê şiyar kir. Destpêka pir tiştan bû. Fîşeka yekemîn li mejiyê dijmin ket. PKK di dîroka Kurdan de rûpelekî nû ye. Bi saya PKK'ê em gihaştin vê astê. Ne ji PKK'ê û vê pêngavê bûya niha ne zimanê me, ne jî navê me Kurdan heba. Bijî pêngava 15'ê Tebaxê."

Piştî avaftinê, parka zarokan a li kampê ji bo bîranîna şehîd Elefteria Fortulakî bi navê Elefteria Fortulakî hat vekirin.

Dawiyê hunermend Yilmaz Tekîn derket dikê û bi stranên xwe gel bi coş kir û govend hat gerandin.

Pîrozbahî bi tilîliyan û bi diruşmên "Bijî pêngava 15'ê Tebaxê" , "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.