Pêla koçberan a ber bi Ewropayê bi du qatî zêde bû

Frontexê ragihand ku di nava salekê de hejmara koçberên xwe gihandin Yekîtiya Ewropayê li gorî salek beriya niha bi du qatî zêde bûye.

Saziya parastina sînor a Yekîtiya Ewropayê (YE) Frontexê ragihand ku hejmara koçberên di ser welatên Balkanan re xwe gihandin Ewropayê li gorî salek beriya niha bi du qatî zêde bûye.

Hate tespîtkirin ku di navbera mehên Çile û Tîrmeha 2021'ê de 22.600 kesî hewl dan di ser welatên Balkanan re derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin. Ev yek li gorî heman dema sala derbasbûyî ji sedî 90 zêde ye.

Frontexê diyar kir ku hejmara koçberên ev rêgeh bi kar anîne di meha Tîrmehê de ji sedî 67 zêde bûye.

Gelek welat rewşa li Efganistanê ji nêz ve dişopînin ku Talîban bajaran dagir dike. Ji ber vê rewşê jî mirov welatê xwe diterikînin.

Rewşa heyî dişibe rewşa sala 2015'an ku ji Efganistan û gelek welatên Rojhilata Navîn berê xwe dan Ewropayê.