PDK'ê Mexmûr kir hedef, artêşa Tirk jî bombe kir!

Piştî bûyera li Hewlêrê ku di encamê de xebatkarên konsolosxaneya Tirk hatin kuştin, zextên li ser penaberên Mexmûrê zêde bûn.

Piştî ku 17’ê Tîrmeha 2019’an li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li restoranta Huqqabaz 3 xebatkarên konsolosxaneya Tirk hatin kuştin, bi destê asayîşê û hêzên taybet ên ser bi Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) zextên li ser Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî zêde bûne.

BI DESTÊ REJÎMA AKP’Ê PDK ZEXTÊ LI PENABERÊN MEXMÛRÊ DIKE

PDK a fermanê ji rejîma AKP’ê digire di her kêliyê de berê xwe dide penaberên Mexmûrê û asteng dike. Piştî bûyera kuştina sê xebatkarên konsolosxaneya Tirk, PDK’ê rêya çûn û hatina welatiyên Mexmûrê girt û zextên li ser welatiyên Mexmûr ên li Başûrê Kurdistanê derxistiye asta herî jor.

Piştî ku hêzên çekdar ên PDK'ê îdîa kir ku kesê êrîş kiriye çend caran çûye Mexmûrê, rejîma AKP'ê bi balafirên şer yekser bombe li jîngehên sivîlên Mexmûrê barandin. Di vê bomberdûmanê de 2 sivîl bi sivik birîndar bûn.

PIŞTÎ ÊRÎŞA LI DIJÎ DÎPLOMATÊ TIRK, ZEXTÊN LI SER PENABERAN ZÊDE BÛN

Bi vê ve girêdayî 17’ê Tîrmehê hema roja êrîşa li ser restoranta Hoqqabaz pêk hatî gelek kesên Mexmûrê bi taybet jinên li navendên cuda yên Başûr kar dikir, asayîsa PDK’ê û hêzên wê yên taybet bi ser avahiyên wan de girtine û piştî demekê ji 16 jinên ku hatibûn destgîrkirin 5 kes ti agahiyek jê tine. Her wiha di nava kesên hêzên asayîşê de kesên ku bi zimanê Tirkî daxivîn hebûn û di dema serdegirtinê de gotinên: ‘Em dizanin hûn kî ne? Hûn alîgirên PKK’ê ne’.

Her wiha 13’ê Hezîranê jî endamê Dîplomasiya Mexmûrê Bêwar Tahir Emîn û Osman Nadir Hacî ji aliyê hêzên Istixbarata PDK’ê Parastin ve hatibûn destgîrkirin û her wiha berî wan jî welatiyên sivîl ên bi navên Serhat Elî Mûstefa, Salih Ebdullah Nezîr û Mûsa Silêman Ehmed ji aliyê Asayîşa Dihokê ve hatibûn destgîrkirin û şandibûn Asayîşa Giştî ya Hewlêrê.

Li gel vê jî bi taybet li gel çapemeniya Tirk çapemeniya ser bi PDK’ê ve jî heman nûçe servîs kirin û ji bo êrîşên li ser penaberên Mexmûrê bidin rewakirin nûçeyên ku li cihên PKK’ê hatine xistin servîs kirine. Ji xwe di dîmenên çapemeniya azad parvekiriye de derketiye holê ku bê ka çawa li jîngehên sivîl xistine.

LI SIVÎLAN DIXIN

Hêjayî bibîrxistinê ye 13'ê Kanûna 2018'an balafirên şer ên Tirk bombe li Penaberên Mexmûrê barandibû û di bomberdûmanê de sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûbûn. Wê demê jî gotibûn ku li gerîlayên PKK’ê xistine, lê li pêş çavê hemû çapemeniya û raya giştî derket holê ku li sivîlan xistine û ji bo ev rastî bê dîtin jî hemû çapemeniya Başûr û deverê li cihê bûyerê dîmen kişandin û derketibû holê li sivîlan hatiye xistin.

6'ê Kanûna 2017’an jî balafirên şer ên artêşa Tirk li Mexmûrê xistin û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Xweparastinê yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd ketibûn.