PDK çima cenazeyên gerîla û şervanan radest nake?

Di 2 salên dawî de li Xelîfanê du caran gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê ketin kemîna hêzên PDK’ê û di encamê de 9 gerîla şehîd bûn. Heta niha cenazeyê wan gerîlayan nehatine radest kirin. Herî dawî jî PDK’ê dest daniye ser cenazeyê şervanên YAT’ê.

PDK li gel hevkariya dewleta Tirk a dagirker niha, cenazeyên gerîla û şervanên YAT’ê yên ser bi QSD’ê radestî malbatan nakin. PDK salên dirêj li dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re di nava hevkariyê de ye, êrîşî gerîla dike, şehîd dixe. Heta niha bi sedan gerîla bi destê PDK’ê hatine şehîdkirin û heta niha cenazeyê wan nayê zanîn li ku derê ne. Nimûneya vê ya herî ber bi çav şehîdên Xelîfanê û berî vê jî 14’ê Gulana 1997’an hêzên PDK’ê avêtibû ser nexweşxane û komeleyên Kurdan û rojnamevanan bi dehan gerîla şehîd bûbûn, heta niha jî nayê zanîn bê cenazeyê wan li ku derê hatine veşartin.

Berî ku koma gerîla bikeve kemîna PDK’ê artêşa Tirk a dagirker 17’ê Nîsana 2021’ê êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kir. Hem wextê êrîşan hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk bi rengekî herî şênber êdî derket pêş.

Şandina PDK’ê ya gelek deverên Herêmên Parastina Medyayê tê wateya ku berxwedana gerîla ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk sînordar bike, cihê wan kifş bike û rêya lojîstîkî li gerîla bigire. 

16’ê Cotmeha 2020’ê PDK’ê hêzên ‘Gulan’ û çeteyên ‘Roj’ ên taybet girêdayî wan in, bi çekên giran berê wan da bajarokê Dînartê yê Başûrê Kurdistanê. Hêzên Zêrevan çûn herêmê û li wir dest bi çêkirina çeper û kozikan kirin.

28’ê Mijara 2020’an jî hêzên ‘Gulan’ û Roj’ ên PDK’ê ji Dînartê çûn devera Bakurman û li şûna wan Tugaya 6’an a Zêrevan li şûna wan cih bûn.

PDK’ê di rojên ewilê yên meha Mijdarê de hêzên taybet ên bi navê ‘Mekteba Serok’ ji gundê Serêşme yê girêdayî navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê şandin gundê Barzan, li qadeke berfireh bi çekên giran bi cih kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî vê tevgera zêde bûyerên şehîdkirina gerîlayan li du hev hatin ragihandin. 

Di 26’ê Tîrmeha 2021’an de yekîneyek gerîlayên HPG’ê ku ji 3 kesan pêk dihat ên bi navê Serwer Serhat (Erdal Aslan), Dijwar Berxwedan (Mahmut Xelef) û Wargeş Çavreş (Ayhan Tatli) pêk dihat, li devera Xelîfanê bi êrişa hêzên PDK’ê re rû bi rû man. 

Navenda Çapemeniya HPG’ê 29’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 3 gerîlayên wan dema ji bo erka xwe diçûn herêmek din, li Xelîfanê rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatine û agahî ji wan nehatiye girtin. Piştî wê derket ku ev gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê ve ketine kemînê û şehîd bûne.

Hema piştî wê Hêzên Parastina Gel (HPG) 3’yê Cotmeha 2021’an di daxuyaniyê de ragihandibû şeva 29’ê Tebaxa 2021’ê saet li derdora 02:30’an komeke gerîla ya ku ji heft kesan pêk hatî dema ku ji qada Qendîlê dixwestin biçine herêma Behdînanê, PDK’ê ew kirine kemînê û wiha gotibû:

"Zelal bûye di encama vê êrîşê de 5 hevrêyên me bi şehîd bûne, hevrêyek jî bi îhtîmal dibe ku bi birîndarî dîl ketibe destan. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma heft kesî de bû, rasterast ev rûdan dîtiye û piştî demekê bi sax û silamet ji cihê rûdanê dûr ketiye. Hevrêyê me Hakî xwe gihandiye hêzên me û êrîşa ku bi destê hêzên PDK’ê pêk hatî ji gelek aliyan ve zelal kiriye."

Wê demê ragihandina PDK’ê eşkere kir ku komeke gerîlayên PKK’ê li Xelîfanê ji aliyê droneyên dewleta Tirk ve hatine bombe kirin, lê piştre derket holê ku hêzên PDK’ê êrîş kirine û gerîla şehîd kirine. Ev agahî ji aliyê gerîla Hakî Zîlan ku ji nava komê bi saxî filitîbû piştî 16 rojan gihiştibû gerîla ve hate piştrastkirin.

Gelo ev kiryarên PDK’ê ku li Xelîfanê kemîn danî û gerîla qetil kir, tên çi wateyê? Bi kemîna li dijî gerîlayên ku ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê şer bikin bi rê ketibûn, PDK dixwaze şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk asteng bike. Bi vî rengî piştgiriyê dide dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê.

Gelên Rojava ku ji bo cenazeyên ewladên xwe yên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûbûn bistînin ji 5’ê Cotmeha 2021’an li pêşiya Deriyê Sînor ê Sêmalkan dest bi çalakiyê kiribûn. Heta vê gavê PDK’ê ne li ser radestkirina cenazeyên gerîla û ne jî li ku derê hatine veşartin ti agahiyek nedaye. 

Herî dawî êvara 15ʹê Adara 2023ʹan, dema ku ji Yekîneyên Antîteror (YAT) hêzek diçû bajarê Silêmaniyeyê, du helîkopterên ku wan vediguhestin ji ber rewşa hewayî ya nebaş qeza kirin. Di encamê de 9 şervanên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Koçerîn Dêrik, Hogir Dêrik, Feraşîn Baran, Xebat Dirbêsiyê, Harûn Rojava, Dogan Efrîn, Dîdar Dêrik û Rojeng Firat ên di nav de fermandarê YATʹê Şervan Kobanê şehîd bûn.

Hêzên PDK’ê heta niha têkildarî vê bûyerê ti daxuyaniyek nedaye, li ser wê yekê re hewla sûcdarkirina û krîmînalîzekirina hêzên QSD’ê dide. 

QSD’ê piştre daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku 9 şervanên wan şehîd bûne, ji PDK’ê daxwaz kiribû ku cenazeyê wan radest bike. Heta vê kêliyê rayedarên PDK’î li ser vê bangê ti daxuyaniyek nedaye, bi ser de jî ji bo lêkolînê şandeyek MÎT’ê ya Tirk şandine cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta niha ne cenazeyê gerîla û ne jî li ser radestkirina cenazeyên şervanên ti daxuyaniyek nedaye û dîsa nayê zanîn bê ka ev cenazeyên gerîla û şervanan li ku derê tên ragirtin? Çima radest nayê kirin. 

Heta niha bi giştî di dema dawî de cenazeyê 18 gerîla û şervanan di destê PDK’ê de ye.