Partiya Sosyalîst a Hollandayê ji bo HDP'ê çalakî li dar xist

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Partiya Sosyalîst roja ku 'Doza Kobanê' dest pê kir, ji bo piştgiriya bi HDP'ê re çalakiyek li dar xist.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Partiya Sosyalîst a Hollandayê ji bo piştgiriya bi HDP'ê re li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk çalakiyek li dar xist.

Ji bo balê bikişînin ser 108 siyasetmedarên di 'Doza Kobanê' de têne darizandin, bi findan li ber deriyê Sefaretxaneya Bilind a Tirk hejmara 108 hate nivîsandin.

Di çalakiyê de bi navê HDP'ê axaftin hate kirin û hate ragihandin ku ev doz dozeke tolhildanê ye û ji bo tepisandina têkoşîna demokratîk e. Hate destnîşankirin ku ti aliyê hiqûqî yê vê dozê nîne.

Endamê Meclîsa Şaredariyê Mûrat Memîş ê ji Partiya Sosyalîst jî diyar kir ku li Tirkiyeyê her kesên rejîmê rexne dike tên destgîrkirin û tepisandin.

Senatorê ji Partiya Sosyalîst Tiny Kox jî qala karên li Parlamenta Ewropayê û Konseya Ewropayê yên li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir.

Kox diyar kir ku dema ji bo biryara Konseya Ewropayê bide sefîrê Tirk çû gel wî, sefîr derneket derve.

Kox ragihand ku wê biryar avêt qutiya postayê ya sefaretxaneyê û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin HDP'ê û têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê.