Partiya Komunîst a Fransayê: Tirkiye bi awayekî hovane êrîşî Kurdan dike

Partiya Komunîst a Fransayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hikûmeta Tirkiyeyê, çend meh beriya hilbijartinên serokkomariyê ku ji bo TC’yê zehmet xuya dike, bi mehan e hewl dide ku êrîşekê li dijî Kurdên Sûriyeyê pêk bîne. Erdogan ê ku welat ber bi îflasê ve bir, ligel ku PKK’ê û PYD’ê êrîşa li Stenbolê yê terorîst şermezar kir jî, êrîşa hovane ya li Stenbolê wek hincet nîşan da û êrîşî Kurdan dike. Enqere dema ku fermana qetilkirina sê aktîvîstên Kurd ên li Parîsê da, jî bi heman rengî tevgeriya. Ev rejîm ji bo pêkanîna armancên xwe yên sûcdar serî li kiryarên hovane dide.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ev êrîş, piştî bi mehan li Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê li dijî Kurdan dubare dibe pêk hat. Ev êrîş rîska şerek nû ya li herêmê ava kir û pêşî li vejîna Dewleta Îslamî vekir.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bombebarana Tirkiyê ya li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar dike û hevgirtina xwe bi her awayî, bi hemû hêzên demokratîk ên Kurd re nîşan dide.”