Partiya Keskan a Swîsreyê: Em jî HDP'î ne

Partiya Keskan a Swîsreyê êrişên li ser HDP'ê şermezar kir û got, "Ev têkoşîn dewam dike û em parçeyek ji vê yekê ne."

Partiya Keskan a Swîsreyê bi sernavê "Em jî HDP'î ne" daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em jî ji wan e ku tevlî çareseriya pirsgirêka Kurd dibin. Ji 15'ê Cotmeha 2012'an û vir ve karên HDP'ê bi baldarî dişopînin. Di nava vê demê de me şahidî ji gelek partiyan re kir, gelek ji wan bi rengekî neqanûnî hatin girtin. Li gel vê yekê me dît ku gelek kes hatin girtin, hatin windakirin û êşkence hate kirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi avabûna HDP'ê re hêviya me ji nû ve çêbû. Baweriya me ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane zêde bû.

Bi rêya gelek serdanan me gelek hevşaredarên HDP'î nas kir. Me karên wan ên şaredariyê şopand. Têkiliyên di vê demê de bandoreke çalak li me kir û derfet afirand ku tevkariyê li gelek projeyên hêja bikin. Me di vê demê de dît ku Kurdan li bajar û gundên xwe kalîteya jiyanê bilind kirine. Bi taybetî têkoşîn û azadiya jinê û pêşketina wan em matmayî hişt. Gelek proje ji nişka ve û bi dilxwazî hatin bicihanîn. Vê yekê motîbasyoneke xurt da gel.

Di nava rewşeke wiha de sala 2015'an hilbijartinên parlamenteriyê hate kirin. HDP'ê bi rêjeya ji sedî 13.1'ê bi 80 parlamenteran kete parlamentê. Em qala zêdeyî 6 milyon hilbijêrên HDP'ê dikin. Ev yek tê wê wateyê ku piştî 13 salan AKP êdî serwer nîne.

Nerazîbûna AKP'ê ya li dijî serketina HDP'ê dirêj dewam nekir.

Pêvajoya aştiyê ya bi PKK'ê de hate destpêkirin, hate rawestandin, heyetên aştiyê û navbeynkar hatin krîmînalîzekirin.

Li dijî bajarên Kurdan êrişên leşkerî hatin kirin.

Hevşaredarên ji aliyê gel ve hatin hilbijartin ji wezîfeyê hatin dûrxistin, qeyûm li şaredariyan hatin danîn û hevşaredar hatin girtin.

Jinên di nava tevgera jinê de bi rêk û pêk hatin girtin, êşkence li wan hate kirin.

Niha li dijî HDP'ê doza girtinê heye.

Ev bûyerên qewimîne li me ferz dike ku em piştgiriya hev bikin. Em dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo siyasetmedarên HDP'î, girtiyan, siyasetmedarên sirgûnkirî, sendîkavan, parêzvanên mafên mirovan û aktîvîstên jin radigihînin.

Em piştgiriyê didin gelê Kurd, dixwazin destnîşan bikin ku piştevanê gelê Kurd in.

Gelê Kurd salên dûr û dirêj e "ji bo paşerojeke baştir bêrawestan têdikoşe".

Ev têkoşîn dewam dike û em jî parçeyek ji vê yekê ne.

Em jî HDP'î ne."