Partiya BastA: Em jî HDP'î ne

Li dijî êrişên qirkirina siyasî yên li ser HDP'ê, partiya Swîsreyî BastA li bajarê Baselê çalakiyeke piştevaniyê li dar xist û peyama 'Em jî HDP'î ne' da.

Partiya Swîsreyî BastA li dijî êrişên qirkirna siyasî yên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Baselê çalakiyek li dar xist û peyama 'Em jî HDP'î ne' da.

Çalakî bi banga Sekretera Partiya BastA'yê Franziska Stier ji aliyê Koma Baselê ya Partiya Bast'ayê hate lidarxistin û nivîskar-rojnamevan Kerem Schamberger li ser dîroka Kurd û Kurdistanê pêşkêşiyek kir.

Siyasetmedara Kurd Leyla Îmret jî bi navê HDP'ê, têkildarî êrişên qirkirina siyasî û têkoşîna HDP'ê ya li dijî êrişan hevpeyvînek kir. Di çalakiyê de dokûmantera bi navê "Dil Leyla" hate nîşandan ku tê de qala şert û mercên zehmet ên dema Hevşaredariya Leyla Îmret a li Şaredariya Cizîrê dikir.

Danê êvarê jî bernameyek li ser çanda Kurd û Kurdistanê hate lidarxistin. Endamên Partiya Bast'a ji bo piştgiriya bi HDP'ê re bi rengekî komî wêne kişandin.

Çalakiya ji bo piştgiriya bi HDP'ê re bi daxuyaniya Partiya BastA'yê bi dawî bû.