Partiya Çepgir wê kongreya xwe onlîne bike

Partiya Çepgir Elman wê kongreya xwe ku ji bo hêla kovîdê taloq kiribû, onlîne bike. Li kongreyê, piştî 8 slan wê hevserok biguherin.

Li Elmanyayê piştî Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU), ku şîrîkê mezin ê hikûmeta koalîsyonê ye, Partiya Çepgir ku di muxalefeta sereke de ye piştî ku du caran taloq kir, biryar li ser da ku kongreya xwe onlîne bike. Kongre li dawiya Sibatê wê were kirin.

Delege û endamên partiyê wê di ser înternetê re dengê xwe bidin. Lê ku destûr neyê dayin bi komî werin cem hev partî wê plana B'yê sazkar bike û 600 delege ji malên xwe bi kongreyê re têkiliya onlîne deynin.

Bi kongreyê re piştî 8 salan wê hevserok Katja Kîppîng û Bernd Rîexînger biguherin. Herduyan jî ragihandibûn ku ew ê careke dî xwe di ber namzetiyê re nekin. Jixwe di rêziknameya Partiya Çepgir de navek tenê 8 salan dikare li mewkiyên rêveberiyê bimîne.

Halê hazir Seroka Koma Meclîsa Eyeletê ya Hessenê Janîne Wîssler û Seroka Koma Meclîsê ya Eyaleta Thurîngenê Susanne Hennîng Wellson namzetiya xwe danîne. Heke herdu siyasetmedarên jin bibin hevserok li cîhanê ev ê bibe tiştî nû. Partiya Çepgir jî dikare rêziknameya xwe biguherîne û dikare rê li ber veke ku du jin bibin hevserok.

Partiya Çepgir 2017'an di hilbijartina giştî de 9 ji 100'î yê dengan standibû, li Meclîsa Federal bûbû xwedî 69 kursî. Hevserokê niha Kîppîng û Rîexînger gelek caran bi daxuyaniyên xwe siyaseta qirkeriyê ya  Tirk bi gotinên tund rexne kiribûn, li aliyê ku Kurd azad bibin helwesta xwe nîşan dabûn.