Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balkişandina ser êrîşên kîmyewî kampanyayek da destpêkirin

Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişîne ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk bi navê ‘Tu jî dengê xwe bilind bikî’ kampanyayek da destpêkirin.

Partiya Çepgir a Swêdê ve ji bo balê bikişîne ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk bi madeyên kîmyewî li herêmên gerîlayan pêk tîne, kampanyayeke bi vîdeo da destpêkirin.

Berdevka Partiya Çepgir a Upsalayê Ylva Larsdotter got, "Em dixwazin bi vê vîdeoyê bala we bikşînin. Rapor hene ku dibêjin Tirkiyeyê bi madeyên kîmyewî sûcê şer li Kurdan kiriye. Tu jî vîdeoyekê bikişîne û li ser medyaya dîjîtal dengê xwe bide bihîstin."

Alîkarê Yekemîn ê Şaredarê Bajarê Mezin Tobîas Smedberg jî got, "Dewleta Tirk 39 sal in operasyonên dagirkeriyê yên leşkerî dimeşîne û niha jî raporên bikaranîna kîmyewî tên ber destê me. Ev rewşeke gelekî giran e û divê bala cîhanê bikişîne."

Parlamentera Îlona Szatsmari Waldau got “Divê li ser raporan were sekinandin. Bikaranîna çekên kîmyayî sûcekî şer, sûcekî li dijî mirovayetiyê ye û sûcekî hiqaûqa navneteweyî ye."

Endama Desteya Rêveber a Partiyê, Yekbûn Alp jî ev peyam da: "Partiya Çepgir hiqûqa navneteweyî û mafên gelê Kurd diparêze. Sûc tenê bi bêdengiyê tên kirin û tên jibîrkirin. Lewma hûn jî dengê xwe bilind bikin."