Parlamentoya Swêd AKP ya darbekar rexne kir

Li Parlamentoya Swêde Partiya Çepgir û Lîberal rexneyên giran li AKP'ê kir, ku darbeyê li vîna gel dike.

Parlamentoya Swêd AKP ya darbekar rexne kir
Li Parlamentoya Swêde Partiya Çepgir û Lîberal rexneyên giran li AKP'ê kir, ku darbeyê li vîna gel dike.
STOCKHOLM
Wekîl û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çepgir Hakan Svennelîng li parlamentoyê binpêkirina mafê mirovan û zext û zordariya li ser HDP'ê ya anî ser zimên.

Svennelîng ji wekîltiyê xistine du wekîlên HDP'ê ya beriya çend rojan û girtina wan bi bîr xist û diyar kir hikûmeta Tirk bi vê dixwaze muxalefetê bêdeng bike.

Svennelîg her wiha got Swêd li şûna ku mafê penaberiya siyasî ya Resûr Ozdemîr nas bike ew teslîmî dewleta Tirk kiriye û got Tirkiye lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê li ji bo kesên ku Kurdan û mafên wan diparêze reş bike bi kar tîne.

Li ser biryara derheqê kuştina Palme jî ggot, ''Duh em hîn bûn ku ti rola PKK'ê di kuştina Palme de nîne.''

Berdevka Polîtîkaya Derve ya Partiya Lîberal Fredrîk Malm jî got AKP ji 2007'an ve reformên ku soz dabû  YE'yê bi cih bîne, bi cih neaniye, zexta li ser muxalefetê zêde kiriye, nexasim piştî hewldana darbeyê girtiyên girseyî didomîne û xwest ku YE muzakereyên bi Tirkiyê re biqedîne.