Parlamenterên Swêdî: Divê dagirkerî demildest biqede

Parlamenter û nûnerên rêxistina civaka sivîl ên Swêdî gotin dewleta Tirk li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê sûcê şer û mirovahiyê kirine û bang li civaka navntewî kirin ku ji bo dagirkerî biqede kêferatê bikin.

Parlamenterê Partiya Çepgir ê Swêdî Tony Haddou ku dibêje ew bi eslê xwe ji Bakurê Sûriyê û Asûr e, diyar kir armanca Tirkiyê paqijiya etnîk e û tê xwestin ku Kurdên ku li Rojava pergaleke dadmend ava kirine, li gel Asûr,Suryan û kêmarên din ji xaka wan werin kirin.

Haddou got bi dagirkeriya Tirk re rewşa gelên Rojava zehmet bûye û got, ''Di şerê dijî faşîzma Tirk de divê em destekê bidin Kurdan.''

JALLOW: JI BO KU CÎHAN TEVNAGERE ŞERM E

Her wiha Parlamenterê Partiya Çepgir Momodou Malcolm Jallow jî li ser êrîşên Tirkan ên li ser Kurdan got, ''tirsnak e''. Jallow got bi sed hezaran Kurd ji bo ku xwe ji êrîşên hovene ên Erdogan biparêzin û bijîn ji bêgavî ji şûnwarê xwe bûne û got, 'Li bara êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdan, ku ji bo ewlehiya me di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane, tevnegerîna cîhanê şermek e.'' û got ji bo ku cîhan êrîşa li ser Kurdan ranewestîne şerm dike.

Jallow got, ''Mirov nikare çekan bifiroşe welatekî ku welatekî dî dagir dike. Dema ku Rûsya Qirim dagir kir em li dij derketin. Ji bo ku em dagirkeriyê rawestînin me her tişt kir. Niha jî ji bo ku li Bakurê Sûriyê em dagirkeriyê û mirinê rawstînin divê em eynî tiştî bikin. Ev nayê qebûlkirin.''

Jallo her wiha got divê Yekîtiya Ewropayê pereyên ku ji bo penaberan dide Tİrkiyê nema bide û domand, ''Divê ev şer û mirin demildest were rawestandin. Ji bilî vê ti tişt nayê qebûlkirin.''

KASIRGA: DIVÊ TIRKIYÊ DAGIRKERIÊ RAWESTÎNE Û BI KURDAN RE DIYALOGÊ DEYNE

Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Kadir Kasirga jî got ew li cem gelê û Rojava ne û diyar ki dagirkeriya Tirk li herêmê wê rê li ber neaamiyê veke û xebatên ji bo aştiya herêmê asteng bike û bang li Tirkiyê kir ku demildest dagirkeriyê rawestîne û bi hêzên Kurd re diyalogê deyne.

FARRAJ: DAGIRKERÎ BÛ QIRKIRIN

Her wiha berdevka Koma Çalakiyê Carlolîna Farraj, ku ''Koma Çalakiyê'' ji bo piştevaniya gelên Rojava, bi mebesta dagirkeriya li ser Rojava were rawestandin hatî avakirin, got, dagirkeriya dewleta Tirk veguheriye irkriinê û Kurdan, kêmarên li herêmê ji şûnwarên wan dike.