Parlamentera Swîsreyî plana êrişê ya Erdogan ji hikumetê pirsî

Parlamentera Swîsreyî Claûdîa Frîedl plana dagirkeriyê ya Erdogan ku çend roj berê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir, ji hikumeta Bernê pirsî.

Endama Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê (SP) Parlamenter Claûdîa Frîedl li ser amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşnûme pirsek pêşkêşî Parlamenta Swîsreyê kir û ji hikumeta Bernê xwest ku bersivê bide.

Frîedl bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan beriya çend rojan planeke nû ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê eşkere kir û anî ziman ku yên bi salan li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan bi vê planê re dikin hedef. Parlamentera Swîsreyî destnîşan kir ku di êrişeke gengaz a dewleta Tirk de DAÎŞ'iyên li girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarin serbest bibin.

Di pêşnûme pirsê de hate gotin, "Serbestbûna endamên DAÎŞ'ê ji bo me xetereyeke mezin e. Hûn li ser vê plana nû ku hate eşkerekirin û encamên wê çi difikirin?"

Tê payin ku rojên bê bersiv ji pêşnûme pirsê re were dayin.