Parlamentera Die Linke Michels serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir

Ji Partiya Çepgir a Elmanya (Die Linke) Parlamentera Ewropayê Martîn Mîchels li paytext Berlînê serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan kir.

Greva birçîbûnê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Berlînê di roja 6’an de didome. Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Martîn Mîchels serdana çalakgeran kir.

Mîchels li NAV-DEM’ê bi çalakgeran re civiya, guh da çalakgeran û agahî stand. Çalakgeran jî têkildarî çalakiya greva birçîbûnê dosyayek da parlamentera Partiya Çepgir.

Mîchels wiha got; “Ji dil û can piştgiriyê didim we û çalakiya we. Bûyerên li Kurdistanê diqewimin em jê agahdar in. Em ji nêz ve dişopînin.”

Mîchel diyar kir ku gelek caran çûye Amedê û got ew ê grevên birçîbûnê bibin Parlamentoya Ewropayê. Mîchels got ji bo hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî kar dikin.

Mîchels da zanin ku roja Çarşemê ji bo hevdîtina bi rayedarên Parlamentoya Elmanya ya Federal re kar dikin ku rendevûyê bigrin. Parlamentera Partiya Çepgir raighand ku wekîlên li Berlînê wê çalakiyên greva birçîbûnê bişopînin û peyama ‘em bi were ne’ da.