Parêzer: Daxuyanî wê piştî hevdîtinên li gel çalakvanan û şûnde bê dayin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ku 22’yê Gulanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn ragihandin ku wê piştî hevdîtina bi çalakvanan û şûnde daxuyaniyê bidin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ku 22’yê Gulanê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbûn, li ser daxuyaniyê gotin ku piştî hevdîtina bi çalakvanan û şûnde wê daxuyanî bidin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di hevdîtina 22’yê Gulanê ya li gel Birêz Ocalan ê muwekîlê me ye de, nêrînên xwe yên li ser grevên birçîbûnê yên wekîlan, dîsa li ser daxwaza wî nêrînên wî ji bo çalakvanan bên ragihandin û bi wan re gotûbêj dikin. Di encama vê gotûbêjên de wê daxuyaniya ku raya giştî hemû li bendê bê ragihandin.”