Parêzer Çelîk: Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan zêdetir xebat bên meşandin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi sernavê ‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan‘ konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de parêzer Omer Çelîk axivî û got: “Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan zêdetir xebat bên meşandin.“

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê bi sernavê ‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan‘ konferansek hat lidarxistin. Omer Çelik ê ku du serdeman Hevserokatiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê kir û di heman demê de parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, tev li konferansê bû.

Konferans bi du rûniştinan berdewam kir. Di konferansê de bal hat kişandin bi ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdeyî 19 meh in agahî jê nayê girtin. Parêzer Omer Çelîk ê ku di rûniştina yekemîn de axivî, anî ziman ku di sala 2005’an de ew jî di nava kesên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine re hebûye û got: “Di encama zextan de û bi pêşengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), mînakên ji Abdullah Ocalan hatin girtin, li laboratuwaran hatin lêkolînkirin. Bi vê re derket holê ku hewl hatiye dayîn ku Ocalan di asta 'mirinê' de bi jehrê bibe."

Çelîk diyar kir ku tevî vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav paşde neavêt û dewlet neçar ma ku di sala 2006’an de li ser masayê rûne û bal kişand li ser hevdîtinên Osloyê. Çelîk bi domdarî wiha got: “ Tevî van hemû êrîş û tecrîda girankirî jî, birêz Ocalan tu carî gav paşde neavêt. Ji ber ku birêz Ocalan dizanibû ku sedema bingehîn a vê tecrîda girankirî tasfiyekirina PKK'ê ye. Lê ji ber ku li Îmraliyê berxwedaneke bê hempa hate nîşandan, dewletê dît ku ne pêkan e PKK'ê tasfiye bike.“

Çelîk anî ziman ku ji sala 2015’an û vir de tecrîd hate kûrkirin û bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî yên li hemberî tecrîdê da. Çelîk got: “Tevî ku tê zanîn CPT ji bo pêşîgirtina li êşkenceyê xebatên xwe dimeşîne jî, divê neyê jibîrkirin ku CPT saziyeke Ewropayê ye û di bin sêwana dewletên Ewropayê de ye. Weke tê zanîn herî dawî hevdîtinek pêk hat. Lê hûrgiliyên vê hevdîtinê ne ji me re ne jî ji çapemeniyê re nehat parvekirin. Ji ber ku CPT xebatên xwe di çarçoveya siyasî de dike. Em her meh daxwaza hevdîtina asayî ya bi parêzerê wan re dikin. Serlêdan ne tenê ji bo birêz Ocalan, ji bo 3 kesên din ên li cem wî ne jî tên kirin, lê yan nayên bersivandin yan jî di bin navê 'cezayên dîsîplînê' de tên redkirin.“

Çelîk da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo birêz Ocalan û girtiyên din di hemû dîplomasiya Ewropa û cîhanê de bidomînin û got ku divê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan zêdetir xebat bên meşandin.

Piştre konferans bi pirs û bersivan berdewam kir. Piştî pirsên beşdaran, girseya ku ji konferansê derket, di çarçoveya kampanya derxistina PKK'ê ji lîsteya "rêxistinên qedexe" de îmze berhev kirin.