PÎK: Bi ruhê neteweyî li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabin

Serokê Giştî yê PÎK'ê Hikmet Serbilind, têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û got: “Dewleta Tirk a dagirker, neyartiya hemû Kurdan dike. Divê her kes bi ruhê neteweyî li ber êrîşên dagirkeriyê rabin.“

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind wiha ye:

“Dewleta Tirk a kujer, şeva çûyî bi balafiran êrîşê Rojava û Başûrê Kurdistanê kir. Dewleta Tirk a nijadperest ji bo êrîşan bibe ser Rojava li Stenbolê, senaryoyeke qirêj çêkir û sivîl qetil kirin. Dewleta Tirk ji bo stendina destkeftinan ji destên Kurdistanê, serî li her plan û rêyên neexlaqî dide. 

Dewleta Tirk, di nav alema Îslamê de jî sedema hemû fitneyan e.  Xwedê di Qurana pîroz de dibêje, ’Dema ji wan re li ser erdê fesadiyê nekin tê gotin, dibêjin, ’Em bes çaksaz û qencîker in.‘

Agahdar bin, bi rastî jî yên ku fesadiyê dikin, her ew bi xwe ne, lê belê ew tênagihîjin. (Sûreya Beqereyê 11-12)

Armanca dewleta Tirk a nijadperest, hemû Kurd in. Lewma divê Kurd bi yek deng û ruhê neteweyî li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabibin.

Banga me li hemû dewletên cîhanê û saziyên navneteweyî ew e ku li ber êrîşên dewleta Tirk rabibin û Kurdên mazlûm û aştîxwaz biparêzin.“