Owen a 88 salî a Ingilîz ji bo PKK'ê helwest nîşan da: Min bigirin!

Margaret Owen a 88 salî ku li Kralîyeta Yekbûyî dijî û parêzvana mafê mirovan e, ji bo ku PKK di nav lîsteya 'rêxistinên terorîst' de ye xwest vê protesto bike. Owen wêneyên xwe yên bi YPG/YPJ'jiyan re da dozgeriyê û xwest ku ew were girtin.

Margaret Owen ku li Ingiltereyê yek ji kesa li pêş a parêzvana mafê mirovan e û aktivîst e ji bo helwesta hikûmeta Ingilîz a li dijî têkoşîna azadiya Kurd û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re şermezar bike xwe îxbar kir.

Parêzera 88 salî Owen wêneyên xwe yên ku bi şervanên YPG/YPJ'ê re girtî da dozgeriya Ingilîz û got heke wêne sedema 'sûc' bin xwest ku were girtin.

Owen li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal got, ''Îro min wêneyên xwe yên ku pir ji wan hez dikir ji dozgeriyê re şand'', ragihan ku wê li ser xwe daye û bang li hikûmeta Ingiliz kir, ku ''Dev ji karê xwe yê gemarî yên bi dewleta Tirk re biqerin.''

Owen protesto kir ku Kurdên li Ingilistanê bi çarçoweya 'yasayên terorê'' têne darizandin, xwest ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin û bes çekan bifiroşin rejîma Erdogan.