Nûnerên gelek saziyan serdana çalakgerên li Strasboûrgê kirin

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 28'an de ye. Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) jî di nav de nûnerên gelek saziyan û bi sedan welatparêz çûn serdana çalakgeran û piştgirî dan wan.

Ji Elmanya û Fransayê gelek kesan berê xwe dan Strasboûrgê ji bo serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin.

Rêveberê dêra Protestan a bi navê Temple Neûf û Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) Şaxê Swîsreyê Semîr Ozmen, endamên tevgera bi navê 'Cîhaneke jiyan lê pêkane' ya ji Kolnê, xebatkarên kovara Jineolojiyê û bi dehan kesên ji bajarê Mannheîm, Pforzheîm û Stûttgartê yên li Elmanyayê tevî Kurdistaniyên li Strasboûrgê û derdora wê dimînin, serdana çalakgeran kirin.

'BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRÎŞKARIYA TOPYEKÛN'

Nûnera saziya bi navê 'Cîhaneke jiyan lê pêkane' di dema serdanê de axivî û got, "Ev berxwedan ne tenê li dijî tecrîdê ye, di heman demê de li dijî êrîşkariya topyekûn e. Lewma ji bo me gelekî hêja ye."

Di axaftina xwe de, di serî de Leyla Guven a ku rewşa wê ya tenduristiyê gelekî giran bûye, çalakerên li dijî polîtîkayên faşîst bedena xwe dane ber birçîbûnê hatin silavkirin.

YEKÎTIYA SURYANIYÊN LI EWROPAYÊ DESTEK DA

Nûnerê ESU jî işaret bi girîngiya grevên birçîbûnê kir ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên. Endam û rêveberên ESU'yê ragihandin ku ew pê bawer in çalakî wê bi ser bikeve.

Parlamentera berê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç û siyasetmedar Mûstafa Sarikaya jî di nav de, 14 kes li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Çalakiyê 17'ê Kanûnê bi civîneke çapemeniyê dest pê kir û hîn jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li navnîşana "7, Rue de la Broque 67000 Strasbourg" dewam dike.

Rêveberên dêra Protestan doh serdana çalakgeran kiribûn û gotibûn, ji bo greva birçîbûnê li cihekî mezintir û ji bo tenduristiyê baştir bidome, wê hewl bidin.