Nûçegihanê me Murat Kuseyrî li Stockholmê hate bîranîn

Nûçegihanê me Murat Kuseyrî li paytexta Swêd Stockholmê bi civînekê hate bîranîn.

Nûçegihanê şoreşger Murat Kuseyrî ku ji ber tumora li ser mejî di 30'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê dostên xwe ve li paytexta Swêd Stockholmê li Navenda Çanda Kurd hate bîranîn.

Malbat û hempîşeyên wî, xebatkarên Navenda Civaka Kurd, kesayetên çepgir ên Tirkiyeyî û gelek kesên ji têkoşîna demokrasiyê tevlî civîna bîranînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna rojnamevanên di têkoşîna demokrasiyê de şehîd bûn, peyama koordînasyona weşanê ya ajansa me hate xwendin.

Piştre hevsera Murat Kuseyrî Zelîha Kuseyrî axivî û got, "Ew ji her kesî re bû alîkar. Hûn jî bi wî re man û we ew nas kir. Gelek caran gef lê hate xwarin, tevî vê yekê jî nûçegihanî ji ANF'ê re kir."

Di civîna bîranînê de slayt hate nîşandan. Piştre jî rojnamevan û siyasetmedar Kurdo Baksî yê ku bi Kuseyrî re kar kir, li ser wî axivî.

Baksî anî ziman ku windakirina Murat Kuseyrî bû sedema valahiyeke mezin û got, "Ji windakirina rojnamevanekî jî wêdetir ew mîna kekê min bû, lewma windakirina wî gelekî giran e."

Bi navê Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ayşe Goktepe jî anî ziman ku baweriya Kuseyrî ya bi tevgera jinê gelekî mezin bû, lewma mirina wî ji bo wan jî windahiyeke mezin e.

Saniye Akdag jî got, "Murat ti carî kincekî biha nedikirî. Pereyê xwe ji bo kesên li Tirkiyeyê di oxira têkoşîna demokrasiyê de hatine girtin, ji xwendekaran û hewcedaran re dişand. Xwedî li jin û zarokan derdiket. Her tiştên ku digot di jiyana xwe de bi cih kiribû."

Parlamentera serbixwe ya Parlamenta Swêdê Amineh Kakabaveh jî got, "Hevrêyekî me yê şoreşger bû. Me rojnamevanekî gelekî baş ji dest da."

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Lorena Delgado Varas ku bi eslê xwe ji Şîlî ye wiha axivî: "Taybetmendiya wî ya ku herî zêde bi xweşiya min diçû ew bû ku carna li parlamentê carna jî li kolanan li nava gel bû. Dengê yên li kolanan digihand me, dengê me jî digihand yên li kolanan. Têkildarî xelkê Şîlî gelek caran hevpeyvîn kir. Bala wî li ser berxwedana li welatê me bû. Li Swêdê pêwîstiya me gelekî bi rojnamevanên mîna Murat heye."

Keça manewî ya Kuseyrî Nergîz Yildiz , Seroka Federasyona Elewiyan Nevîn Kamîlagaoglû, Salîh Îmzaci, Mîrhem Yîgît, Karwan Saît, endamê Komeleya Elewiyan Alî Çagan, hunermend Kemal Gorgu û nivîskar Hesene Alee li bîranînê axivîn.