NPG'ê Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir

NPG'ê Fermandariya Eyaleta Serhedê ji ber çalakiya serketî ya 11'ê Hezîranê ya li ser rêya Bazîd-Îdirê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber çalakiyên serketî Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye: "Ji zivistanê ve hêzên we yên eyaletê çalakiyên cihêreng pêk tînin û bersivê didin dijmin. Ev yek gelekî watedar û hêja ye. Bi taybetî herî dawî 11'ê Hezîranê li ser rêya Bazîd-Îdirê di çalakiya kemînê de ya li dijî hêzên dijmin derbên girîng li dijmin hatin xistin û xuya ye çalakiyeke serketî pêk hatiye. Çalakî ji bo eyaletê dikare weke çalakiyeke pêngavê bê dîtin, lewma her hevalên tevlî çalakiyê bûne, hevrêyên HBDH'î yên tevlî çalakiyê bûne silav dikin, ji ber vê hewldana wan a serketî wan pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

Em pê piştrast in ku hûn ê taktîka kemînê, ku taktîkeke bingehîn a serdema nû ye bi hostatî û rêbaza encamgir dema bê bi kar bînin, serketî bibin û di şexsê fermandariya we de hêzên eyaleta Serhedê hemûyan silav dikin û bi hestên şoreşgerî serketinê ji we re dixwazin."