Nobeta Ji Ocalan re Azadî, Tevgera Jinê ya Marsîlya dewr girt

Çalakgerên vê hefteyê yên nobeda "Azadî ji Ocalan re" jinên ji bajarê Marsîlya yê Fransayê ne.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî', ya ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve li ber Konseya Ewropayê (KE) ya li Strasboûrgê ya Fransayê didome, kete hefteya xwe ya 348'an.

Çalakiya ku hefteya bihurî Kurdistaniyên ku ji Bernê ya Swîsreyê hatin kirin, Yekşemê 3 jinên ku ji Marsîlyayê ya Fransayê hatin, dewr girtin. Endamên Tevgera Jinê ya Marsîlyayê ku çalakî dewr girtin wiha ne: Adalet Bîlîr, Rabîa Demîrbaş û Fatma Nesanir.

Di daxuyaniyê de ya li ser navê Koma Marsîlyayê hate kirin, hate gotin ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe, ji bo ku Ocalan bikaribe projeyên xwe yên jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn pêk bîne divê bibe xwedî şertên xebata azad û ji bo vê grevên birçîbûnê têne kirin.

'EWROPA WÊ BIKEVE BIN BERPIRSYARIYA HIQÛQÎ Û WIJDANÎ YA WINDAHIYAN'

Çalakgeran bal kişandin ser wê ku nobet li gel KE'yê, her wiha li ber saziyeke rayedar a CPT'yê jî didome û xwestin ku saziyên navborî bi lezgînî tevbigerin. Çalakgerên nobetê bi bîr xistin, di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz, nêzî 400 berxwederên greva birçîbûnê jiyana xwe danîne holê û li ser îhtîmala ku çalakger jiyana xwe ji dest bidin, hişyarî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ''Tecrîdkrina lîderekî wiha ku di serî de ji bo Kurdan, ji bo ku gelên Rojhilata Navîn bi hev re bi aştî bijîn bi dehan sal in hewl dide,  her wiha tecrîda li ser jiyana hevpar a gelan e. Welat û saziyên Ewropayê ku behsa demokrasî û mafên mirovan dikin, li dijî planên dewleta Tirk ên ku şer giran dikin û li ser gelan komkujiyê dikin, li bara tecrîda li ser Ocalan ku rêya aştî û diyalogê vedike nikarin bêdeng bimînin. An na, ji windahiyên jiyanî yên pêkan, wê berpirsyariya hqûqî û wijdanî li ser wan be.''