'Nobeta Azadiyê' ya li Strasboûrgê bi koma ji Bîelefeldê dewam dike

'Nobeta Azadiyê' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê û wê di 25'ê Hezîranê de deh salan li pey xwe bihêle, bi endamên koma Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bîelefeldê dewam dike.

Çalakiya nobetê ku 25'ê Hezîrana 2012'an bi pêşengiya Însiyatîfa Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kir, kêm maye ku deh salan li pey xwe bihêle. Çalakî her hefte ji aliyê komeke cuda ve tê meşandin.

Di hefteya 522'an a çalakiyê de endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê dest bi nobetê kirin.

Kom ji Zede Şahîn, Muxtar Dundar û Mûrat Cîgal pêk tê.

Berdevkê komê Zede Şahîn anî ziman ku qada ew lê ne deh sal in vala nehatiye hiştin û got, "Em dixwazin tecrîdê bişikînin."

Şahîn diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê li ber xwe bidin.